Li Stenbolê ji ber gaza sobê 3 karkeran canê xwe ji dest dan

19-01-2019
RÛDAW
Nîşan Stenbol Karker Mirin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê 3 karkeran ji ber gaza sobê canê xwe ji dest dan. Li gor lêkolînan karker bi gaza karbonmonoksitê ya ku ji sobê derketiye bi jehrî ketine û canê xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku kargeha tekstîlê jî ji ber bê mohlet bûye, ji aliyê tîmên şaredariyê ve hatiye girtin.

 

Bûyer şevê din derdora saet 18:00 li bajarokê Bayrampaşa yê Stenbolê li kargeheke tekstîlê qewimî.

 

Li gor agahiyên hatine belavkirin, dema tu agahiyek ji karkerên bi navên Hakan Guneş, Cuma Çiftçî û Yakup Yildiz nayê bihîstin, guman ji hevalên wan re çêdibe û diçin kargehê ku li qata sêyem a avahiyeke Taxa Terazîdere bû.

 

Karker dema dibînin hevalên wan li hundir bê tevger mane polîs û tîmên tendirûstiyê agahdar dikin. Piştî tîmên tendirûstiyê tên dibînin ku Hakan Guneş, Cuma Çiftçî û Yakup Yildiz canê xwe ji dest dane.

 

Hat zanîn ku karker bi gaza karbonmonoksitê ya ku ji sobê derketiye bi jehrî ketine û canê xwe ji dest dane.

 

Herwiha kargeha tekstîlê jî ji ber bê mohlet bûye, ji aliyê tîmên şaredariyê ve hatiye girtin. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de polîsan dest bi lêkolînan kiriye û xwediyê kargeha tekstîlê jî hatiye binçavkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst