Dosyeya rakirina parêzbendiyê ji parlamentoyê re hat şandin

18-12-2018
RÛDAW
Nîşan Fezleke HDP CHP Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya parêzbendiya 10 parlamenteran bo serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat pêşkêşkirin. 9 ji wan parlamenteran ên Fraksyona HDPê ne.

 

Dosyeya parêzbendiya 10 parlamenteran ku Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û Wekîlê Serokê Fraksyona HDPê Ayhan Bilgen jî di nav de ne, ji serokatiya Parlamentoya Tirkiyê re hat şandin.


Navê wan parlamenterên ku daxwaza rakirina parêzbendiya wan tê kirin wiha ye:


Hevserok û Parlamentera HDPê ya Stenbolê Pervin Buldan, Wekîlê Serokê Fraksyonê û Parlamenterê HDPê yê Qersê Îlhan Bîlgen, Parlamenterê HDPê yê Dêrsimê Alihan Onlu, Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier, Parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya, Parlamentera HDPê ya Agirî Dirayet Dîlan Taşdemir, Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Uca, Parlamenterê HDPê yê Agirî Berdan Ozturk, Parlamenterê CHPê Deniz Baykal.


Di nav dosyeya rakirina parêzbendiyan de, Pervin Buldan û Feleknas Uca sê dosya û Îmam Taşçier jî du dosyayên wê hene. Bi van 17 dosyeyan, heta niha 61 dosye bo rakirina parêzbendiya parlamenteran ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê re hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst