Li peravên Stenbolê du keştî li hev ketin

18-09-2021
RÛDAW
Nîşan Keştî Tengav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Tengava Çanakkale û Stenbolê ya Tirkiyê du keştiyên barhilgir li hev ketin. Ew herdu keştî îro Şemiyê 18ê Îlona 2021ê li hev ketine lê ti zerarên canî çênebûne.

Keştiyek ji wan ku genim bar kiriye û dirêjahiya wê 225 metre bûye û ala Gravên Marshall pê ve bûye, ji Rûsyayê ber bi Misrê ketiye rê û li keştiyeke din daye ku fosfat bar kiriye û bi heman awayî alaya Gravên Marshall pê ve bûye û ji Mexrîbê (Fas) ber bi bajarê Samsunê yê Tirkiyê ketiye rê, dirêjahiya wê jî 190 metre bûye.

Kaptanên keştiyan Rêveberiya Xizmetguzariyên Çûnûhatina Keştiyên Tengava Çanakkaleyê derbarê bûyerê de agahdar kirine û yekser dest bi veguhestina wan kesan hatiye kirin ku di nav keştiyan de bûne.

Li gor zanyariyên destpêkê, bûyer nebûye sedema ti zerarên canî, aliyên peywendîdar jî derbarê pîsbûn an jî pîsnebûna ava deryayê de dest bi lêkolînê dikin û zerar û ziyanên keştiyan destnîşan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst