Rakirina parêzbendiyê - HDP û CHP li hemberî AKP û MHP

18-05-2016
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HDP CHP AKP MHP Parêzbendî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Mijara rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê li Tirkiyê bûye sedema derketina gotûbêj û gengeşeyên tund û wiha xuya dibe, ku bo rakirina parêzbendiya parlamenteran dê referandum were lidarxsitin.

 

Rojeva Tirkiye bi rakirina parêzbendiyan dagirtî ye û êdî teqez bûye ku parêzbendî radibin û HDP hêdî hêdî ji parlamentoyê tê tasfiyekirin. Aliyên demokrat, sosyalîst, çapgir û lîberal ên di HDP’de jî metirsiya jinavçûna welat tînin zimên. Ji bo rawestandina vê yekê jî HDPyî daxwaza alîkariyê ji CHP’ê dikin, li gel ku 80 sal Tirkiye bi hişmendiya CHPê hatiye birêvebirin.

 

Arîşeya siyasî ya li ser rakirina parêzbendiyan, cihê xwe ji nîqaşên nû re terxan dike. Bi taybetî jî derdorên çepgir ku di nava HDPê de jî cîh digirin vê carê di metirsiya avabûna dîktariyê de ne û hewara hevgirtinê dikin. Lê ew hewar ji CHP’ê tê kirin ku heman derdoran beriya AK’ê jî CHP bi faşîzmê tawanbar dikirin.

 

Siyasetmedar û Akademîsyen Erol Katırcıoglu derbarê rojeva Tirkiyê ya rakirina parêzbendiya parlamenteran de ji Rûdawê re ragihand: “Xuya ye ku dê siyaseta Tirkiye vê havînê pir germ bibe. Ji ber ihtimaleke mezin e ku encama rakirina parêzbendiyan bi referandumê diyar bibe. Siyaset li ser du xalan berberî hev dibe. CHP û HDP weke blokekê xuya dike lê li aliyê din MHP û AKP nêzikî hev dibin. Tirkiye nikare ji binê arîşeya heyî derkeve. Bi ya min  gengeşe dê zêdetir bibe.”

 

Weke dema serhildana Parka Gezî’yê ku hewar ji kurdan dihate kirin, niha jî ji bo ku Tirkiye nebe welatekî dîktatorî hewar ji Kemalîstan tê kirin ku li gel HDP’ê rawestin da ku AKP parêzbendiyan raneke û sîstema serokatiyê ferz neke. Lê dîsa çawayiya mafên kurdan û şerê li Kurdistanê di rojeva heman derdorê de nîn e.

 

Rojnameger û Serokê Komeleya Rûberîhev Hatinê Cafer Solgûn jî ji Rûdawê got: “Li Tirkiye tiştekî wisa serdest dibe ku qe nebe nîvê civakê napejirîne. Dibe ku Erdogan bixweze ku bibe serok. An jî bibe padîşah. Dikare weke azadiya derbirînê vê yekê bîne ziman jî. Lê nikare vê yekê li serê parlamentoyê û civakê ferz bike. Dahatûya Tirkiye arasteyî ne zelaliyeke tevlîhev dibe.”

 

Projeya nû ya partî, komele, platform û wan derdoran, hevgirtina ji bo referandumê ye, ji ber ku îhtimaleke mezin e ku ji bo rakirina parêzbendiyan dê pêk were. Partiya Çep a Kesk jî ji bo vê bi beşdariya gelek siyasetmedar û kesên navdar li hev rûnişt û banga vê yekê ji raya giştî kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst