Alî Babacan li ser Doza Kobaniyê daxuyaniyek belav kir

17-05-2024
RÛDAW
Nîşan Alî Babacan Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê DEVAyê Alî Babacan li ser biryarên Doza Kobaniyê got, “Desthilatê careke din b danîna siya siyasetê ya li ser darazê dîsa nîşan da ku aştiya civaka welatê me ne di xema wê de ye.”

Doza 108 siyasetmedarên Kurd a ku bi navê “Doza Kobaniyê” dihat zanîn bi cezayên giran bi dawî hat.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babancan derbarê biyarên Doza Kobaniyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

“Desthilatê careke din siya siyasetê avêt ser darazê”

Alî Babacan hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê CHPyê Ozgur Ozel ku wekî “nermbûnê” dihat binavkirin bi bîr xist û got “Nermbûna siyasî di gotin, serdanên riyalî de ma.”

Babancan di peyama xwe de wiha got, “Ez li ser navê welatê xwe xemgîn im.

Desthilatê careke din b danîna siya siyasetê ya li ser darazê dîsa nîşan da ku aştiya civaka welatê me ne di xema wê de ye.

Nermbûna siyasî di gotin, serdanên riyalî de ma.

Desthilata ku nikare kesên ku tetikkêşan bi wesayîtên biriqandî bidarizîne, bi deh salan cezayên ku nehiqûqî hatine dayîn ku jiyana miorvan têk dike mehzûr nabîne.

Ez careke din ji hikûmetê û hevkarên wê bi bîr tînim. Peymana Mafên mirovan û Dadgeha Destûrê yên ku divê hûn pabendî wan bin hene.

Destên xwe yê li ser darazê vekişînin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê paşguh nekin. Mafên destûrî binpê nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst