HDP û YSPê piştî civîna hevbeş bang ji alîgirên xwe kirin

17-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 HDP Partiya Çepên Kesk (YSP)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HDP û Partiya Çepên Kesk (YSP) piştî civîna meclisê ya derbarê encamên hilbjartinê de daxuyaniyek belav kirin ku ji 10 xalan pêk tê û têde dibêjin: “Di gera dûyem de binxistina faşîzmê dê xwerexnekirina me ya herî mezin be.”

Desteya Reveber a HDPê û Partiya Çepên Kesk doh 16ê Gulanê civîneke hevbeş sazkirin. Di wê civînê de hilbijartinên 14ê Gulanê û gera dûyem a hilbijartina serokkomariyê hatine nirxandin û îro 17ê Gulanê bi daxuyaniyeke nivîskî ku ji 10 xalan pêk tê encamên wê civînê hatine ragihandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Gera dûyem a hilbijartina serokkomariyê dê dawiyeke baş û derfetek be bo destpêkeke nû. Hemû xelkê me yê derve û navxweyê welat, rêxistinên me, dostên me bila têkoşîna xwe ya dijî faşîzmê nehêlin piştî hilbijartinê, di gera dûyem de bê qisur biçin ser sindoqan û gola dawî biavêjin.”

HDP û YSP daxwazê ji dengdaran dikin û dibêjin: “Em vê yekê bizanin, faşîzma têkçûyî eger bi derfetên dewletê, zilm, tûndûtîjî û hîleyên sindoqan hinekî din li ser piyan bimîne dê êşên nû ligel xwe bîne. Di destê me de ye em rê nedin vê yekê. Bo wê yekê ev pêvajoya ku hê bi dawî nebûye derfeteke. Bê hêvî nebin di nava 11 rojên li pêşiya me de em dawî li vê kabûs û xirabiyê bînin.”

Partiya Çepên Kesk (YSP) li ser dengên ku di hilbijartinên parlamentoyê de bidest xistine de jî dibêje; “Tevî hemû astengiyan Partiya Çep a Kesk sêyemîn partiya herî mezin e li parlamentoyê ev serkeftineke. Lê bi giştî encama me dixwest û pêşbînî dikir derneket. Divê pêvajoyê de şaşîtiyên me çêbûn û bo despêkeke nû piştî hilbijartinên 28ê Gulanê, em dê ligel rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan bicivin û vê pêvajoyê gotubêj bikin. Bêyî ti hincetan em dê kêmasiyên çêbûne û qisurên derketine holê binirxînin û ya pêwîst bikin. Bila gûmana kesî ji wê yekê nebe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst