Akar: Li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê leşkerên me bersiva êrîşan da

17-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku wan bersiva ew  êrîşên li ser binkeyên wan ên li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê dane ku 4 leşkerên Artêşa Tirkiyê têde birîndar bibûn. Bi gotina Wezîrê Bervaniya Tirkiyê 10 şervanên YPGê di êrîşên  hêzên wan de canê xwe ji dest dane.

Wezareta Bervaniya Tirkiyê roja Yekşemê 16ê Nîsana 2023an  ragihandibû ku li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê binkeyên hêzên wan rastî êrîşên bi hawan û roketên menzîldirêj hatine û 4 leşkerên wan birîndar bûne. Wezareta navborî  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi encamdana wan êrîşan  tohmetbarkiribû.

Wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê îro roja Dûşemê 17ê  Nîsana 2023an di daxuyaniyeke xwe de behsa wê êrîşê kir û ragihand ku leşkerên wan bersiva wê êrîşê daye. 

Akar  got: “Li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê leşkerên me li dijî her pêşhatekê  di amadebaşiyê de bûn. Bilez tedbîrên pêdivî hatine wergirtin û bersiv hatiye dayîn.”

Akar anî ziman ku 10 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di êrîşên  hêzên wan de canê xwe ji dest dane û got: “Êrîşên xwe yên nemerdane berdewam in. Duh bi şev jî êrîş hatin kirin. Li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê leşkerên me li dijî her pêşhatekê  di amadebaşiyê de bûn. Tedbîrên xwe wergirtin û bersiva pêdivî dan. Di encama ew xebatên ku heta niha hatine kirin de jî li gor zanyariyên destpêkê yên me wergirtine, 10 terorîst hatine jinavbirin. Rûbirûbûna me ya li vê derê bêyî kêmasî  bi pêdagirî berdewam dike. Em careke din dûbare dikin ku heta terorîstê dawî jî mabe dê rûbirûbûna me berdewam bike. Niha rûbirûbûna me berdewam e û hemû armancên terorîstan ên diyar tên topbaran û gulebarankirin. 4 birîndarên me hene. Bo wan jî çareseriya pêdivî hatiye kirin û berdewam e. ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst