ZÎNDANÊN TIRKIYE - Binpêkirina mafan gihîştiye asta xeter

17-03-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Girtîgeh Tirkiye Bakûrê Kurdistanê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ên ku bi deh hezaran kes lê tê girtin hatine asta alarma sor. Li gorî raporên ku têne amadekirin, binpêkirina mafan gihîştiye asta tirsnak û ger ku rewş neguhure rûdanên giran nêzik in. Girtiyên ser bi PKKê ve jî weke hişyarî, greva birçîbûnê ya dorveger da destpêkirin.

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtî û girtîgeh careke din bi greva birçîbûnê di rojevê de ne.  Bi hezaran malbat û xizmên girtiyan bi fikar û gumanbar in. Ji ber ku li hundir fişar giran bûne û binpêkirina mafên mirovbûnê ji nav diçin.

 

Dayîka girtiya siyasî ya bi navê Meyaser Kaplan, ku bi salan e, her hefte tê serdana keça xwe jî  bi dilzîzî balê dikêşe ser rewşa hundir ya giran û metirsîdar.

 

Meyaser Kaplan ji Rûdawê re got; “Ev çend sal e girtî ye hema 20 sal e. Ez xelka Wanê me. Heqaret lê kirin û anîn xistin lêre de. Çi bêjim. Xwedê qebûl neke. Neqekî ye. Em feqîr in û di kirêya xelkê de ne. Çi heqê wan di huskura me de hebû. Heqekî wan heba bila ji me bipirsin. Çima bi ser ên girtî ve diçin. Me çi kiribû. Me çi talan û diziya wî kiribû…”

 

Li gorî rapora ku ji aliyê komek parezer ve li ser girtîgehên herêma Marmarayê hate avakirin, hemû mafên ku bi yasayan hatine diyarkirin, niha hatine qedexekirin.

 

Hevdîtina girtiyan ya bi malbat û parêzeran re, mafê ragihandinî, pirtûk, govar û rojname bi sedemên kêfî ji destên wan hatine girtin. Heqaret li wan têne kirin û lin deran jî gefa êşkenceyê heye.

 

Berdevkê Platforma Parêzerên Azad Parêzer Serhat Çakmak jî got; “Bi rastî dema ku girtî wan kiryarên sîstematîk ên ku îdare dike qebûl nekin, îdare niyeta êşkenceyê jî dike. Girtî dibêjin em le vir in û em bi rûmeta xwe li vir in. Em cezayê xwe dikêşin. Lê ger ku di aliyê rûmeta me de pirsgirêk derkevin, emê jî helwesta xwe bidine nîşan.”

 

Ew helwest jî destpêkir ku xwe bide der. 6 girtiyên li girtîgeha tîpa F ya Edîrne zêdeyî 20 rojan e ku di greva pirçîbûnê de ne. Herwiha ew çalakî li hemû girtîgehan jî belav dibe.

 

Bi hezaran girtiyên ser bi PKKê ve weke hişyariya li hemberî binpêkirina mafên wan, ji bo mehekê greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin. Heta niha çend caran girtîgeh bûne qadên grevên wiha û encamên giran jî derçû ne.  Metirsî ew e ku, pêkanînên rewşa awarte, careke din derî, li heman encamê re veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst