Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku armanca wan avakirina sedsala Tirkiyeyê ye û got, “Em ji bo çareseriyê gavên wêrek diavêjin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Kayseriyê di 8emîn kongreya asayî ya AK Partiyê de axivî.
Erdogan diyar kir ku armanca wan avakirina sedsala Tirkiyeyê ye û ew ji bo vê yekê plan û projeyên xwe berfireh dikin.
Erdogan behsa çareseriya pirsgirêka Kurdan nekir lê got ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên kronîk ên Tirkiyeyê gavên wêrek diavêjin.
Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn ku ew dê bi serkeftinên li hundir û derve Tirkiyeyeke bihêz ji bo nifşên pey xwe bihêlin.
Erdogan rexne li siyaseta CHPyê girt û anî ziman:
“Helbet ne pêkan e em van karan bi wan aliyan bidin famkirin ku vîzyona wan (CHP) a herî mezin nîşandana kartên sor e û soza wan a herî mezin jî erzankirina alkolê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse