Hakan Fîdan gef li YNKyê xwarin

17-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan YNK PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê gefa berdewamiya êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar, wî herwiha gef li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî xwarin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî ku 9 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatibûn kuştin, doh di Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê agahî dan parlamenteran.

Fîdan gefa berdewamiya êrişên li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar û got:

“Rûbirûbûna me ya li derveyî sînor a bi PKK-YPG û piştevanên wê re dê heta nehiştina terorîstê dawî berdewam be.”

Hakan Fîdan ragihand ku ew di operasyonan de jêrxane û çavkaniyan jî dikin armanc û got:

“Em yek bi yek jêrxane û çavkaniyên ku rêxistinê li ser pêyan dihêlin ji nav dibin.”

Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de gef li Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî xwarin û got:

“Tevî dorpêçên me yên li dijî Silêmaniyê, eger YNK helwesta xwe ya derbarê PKKyê de neguhere, em di wergirtina tedbîrên zêdetir de dudilî nabin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di axaftina xwe ya li parlamentoyê de anî ziman:

“Rêxistin li Îraq û Sûriyeyê valahiya hêzê wekî derfet dibîne û ji xwe re zemîn ava kiriye.

Li qada Îraqê, ji bilî navçeyên çiyayî yên Qendîl û Metîna, navçeyên sivîlan ên Şingal, Mexmûr, Silêmanî û Kerkûk jî bûne cihê hebûna rêxistinê.

PKKyê herwiha valahiya hêzê ya piştî DAIŞê ji bo berjwendiya xwe bi kar aniye û nifûsa xwe veguhestiye van qadan.

PKK di bin navê rûbirûbûna DAIŞê de ji bo Kerkûkê hatiye vexwendin, li vî bajarî hebûna xwe pêş ve biriye û bicihbûna wê li Şingala ku ji DAIŞê hatiye rizgarkirin, pêşhateyên sereke bûn.

Nakokiyên di navbera hikûmeta navendî ya Îraq û Erbîlê de û cudabûna Şîe û Suneyan ku di dizî berdewam dike, mijarên sereke ne ku PKK li Îraqê îstîsmarê dike.”

“Em di wergirtina tedbîrên zêdetir de dudilî nabin”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan herwiha got:

Li Silêmanî û navçeyê vekirina qadê ji aliyê YNKyê ve ji bo PKKyê bûye sedem rêxistin li vê herêmê bihêz bibe.

Kêmbûna hêza Pêşmergeyan li navçeyên nakok jî bûye sedem ku PKK pêwendiyên taktîkî li gel çekdarên Îraqî çêke.

Bi ketina helîkoptera HSDyê li Bakurê Îraqê û bûyerên li Balafirgeha Erbetê eşkere derket holê ku YNK li Sûriyeyê perwerdeyê dide PKK û YPGyê.

Ev rewş pêwendiyên PKK û YNKyê bi zelalî nîşan didin.

Tevî dorpêçên me yên li ser Silêmaniyê, eger YNK helwesta xwe ya derbarê PKKyê de neguhere, em di wergirtina tedbîrên zêdetir de dudilî nabin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst