Çadirên karkerên demsalî di bin avê de man

16-06-2019
RÛDAW
Nîşan Çadir Karker Av Çankiri
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li qezaya Kizilirmak ser bi bajarê Çankiri yê Tirkiyê baraneke zêde bariya û çadirên karkerên demsalî di bin avê de man ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê bo kar hatine vê derê.

 

Şevê din li qezaya Çankiri baraneke zêde bariya û bandoreke zêde li jiyana rojane ya welatiyan kir, bi taybetî karkerên demsalî.

 

Çadirên karkeran ku li gundê Timarli vedabûn di bin avê de man. Zerar gehişte 29 çadirên karkeran ku bo kar ji bajarên Bakurê Kurdistanê hatine vê derê.

 

Serê sibehê tîmên AFADê hatin navçeyê û 170 kesên ku di bin çadiran de dijiyan hatin veguhestin.

 

Gelek zarar gehişte kelûpelên karkeran û hinek ji wan ji nav avê hatin derxistin. Hat ragihandin ku aliyên peywendîdar dê çadirên nû bidin karkeran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst