Keçeke Kurd a Efrînî du meh in li Bursayê tê girtin

16-05-2023
RÛDAW
Rîhan Elî Nasiro
Rîhan Elî Nasiro
Nîşan Efrîn Tirkiye Bursa Rîhan Elî Nasiro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatibû revandin, ev 2 meh in li bajarê Bursayê yê Tirkiyê hatiye girtin.

Keça Kurd a bi navê Rîhan Elî Nasiro ya ji Efrînê ev du meh in li bajarê Bursa yê Tirkiyê li cem polîsan girtî ye piştî ku hatibû revandin û tundûtîjî li hember wê hatibû kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê îro belav kiriye ku du kesên nenas li Bursayê, roja 22ê Adara îsal ketine pêşiya keça Kurd Rîhan Elî Nasiro a ji gundê Aska yê ser bi nahiya Cindirêsê ya Efrînê ve dema ku ji kar vedigeriya malê da ku firavînê bixwe ji ber ku mala wê nêzîkî cihê kar e û ew neçar kirine bi wan re di otombîlê siwar bibe û ew birine cihekî ne diyar.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku roja piştre piştî ku Rîhan Elî Nasiro ji xewê rabûye, dîtiye ku cihê tundûtîjiyê li ser laşê wê hene û bê cil e. Piştre keçikê xwe gihandiye malekê nêzîkî wî cihî û telefonî malbata xwe kiriye û çîroke xwe ji wan re gotiye. Yekser bav û destgirtiyê wê hatine û gilî li navenda polîsan tomar kirine. Piştre polîsan keçik bi hênceta lêkolînan ragirtiye û heta niha jî girtî ye. Polîs ji malbatê re dibêje, ku keçik naxwaze vegere malê.

Rîhan Elî Nasiro li kargeheke cildirûtinê kar dikir û 81 gram zêr jî pê re bûn û destgirê wê jî xortekî Rojavayê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst