Ji Ahmet Davutoglu peyama komkujiya Helebce

16-03-2019
RÛDAW
Nîşan Helebce Ahmet Davutoglu Komkujî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu komkujiya Helebceyê bi bîranî û derbarê kîmyabarankirina Helebceyê de got ku “navê Helebceyê di dîrokê de wek komkujî û êşeke bêrawestan hate tomarkirin.”

 

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îro 16ê Adarê de li ser hesabê xwe yê Twîterê bi boneya 31emîn salvegera komkujiya Helebceyê peyamek pelav kir.


Ahmet Davutoglu di twîta xwe de destnîşan kiriye ku piştî komkujiya Helebceyê li herêmê ti ders nehatine wergirtin û lewma êşên bi wî awayî li herêmê bedewa min.


Davutoglu wiha got: “Navê Helebceyê di dîrokê de wek komkujî û êşeke bêrawestan hate tomarkirin. Mixabin, bûyerên piştî wê didin xuyandin ku ji wan êşan ders nehatiye wergirtin.”


Serokwezîrê berê yê Tirkiyê herwiha dibêje ku ew bi hezaran jin, zarok, zilam û pîr û kalên Kurdê yên bi çekan canê xwe ji dest dane bibîr tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst