STENBOL – Keç û xort li benda giştpirsiyê ne

15-09-2017
Emîn Aba
Stenbol
Stenbol
Nîşan Stenbol Serxwebûn Giştpirsî Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Mijara giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê li bajarê herî mezin ê Tirkiyê li Stenbolê di nav rojeva ciwanan de jî cîhekî germ girtiye. Keç û xortên kurd li benda encama giştpirsiyê ne û hêviya wan ew "belê" bi rêjeyek zêde derkeve. Niha li Kafeyên Kurdan li Stenbolê mijara serek bûye giştpirsiya serxwebûnê.

 

Li Stenbolê li hinek kafeyên kurdan, ku bi taybet muşteriyên wan xortên kurd û ermen in, giştpirsiya Başurê Kurdistanê mijareke germ e. Xortên kurd vê giştpirsiyê wek derfetek dibînin li hember pêşeroja gelê kurd.

 

Xwendekara zanîngehê Ayşenûr Înîk: "Ev 100 sal in kurdan kirine çar perçe. Herî kêm perçeyek ji wan bibin dewlet wê encamek gellek baş derkeve holê. Ev wê ji bo her çar perçeyan derfetek be."

 

Pirtûkfroş Lezgîn Kitêpçiyan: "Emrê min 26 sal e. Çirka ez xwe nas dikim heta niha ez dixwazim Kurdistanek azad hebe. Vaye em ji Başûr dest pê dikin. Ev hêviyek me ya sed sala ne."

 

Hemwelatiya Hollandayê ya bi esl tirk ji bajarê Karamanê Risqat Yilmaz: "Ez wek Tirkekî di wê baweriyê de me ku mafê kurdan jî heye çarenûsa xwe diyar bikin. Ger vê mafê nedin jî divê wekhevî hebe."

 

Jiyan Kara fenomenekî medyaya civakiye û ew dibêje wê di demekî nêz de ji bo serxwebûnê vidyoyekî amade bike.

 

Jiyan Kara: "Ji bo aşitiya nav Rojhetila Navîn, bi rastî jî Kurdistanek serbixwe pêwîst e. Di nav komên olî û di nav gelên rojhelatê de Kurdistana azad wê bibe birceka aşitiyê."

 

Xwendekar Sînan Sakizcioglu:  "Em hez dikin dewleteke me hebe."

 

Karker Ehmed Arif: "Ev firsateke. Divê ji zû de hebû ya"

 

Ciwanên Kurd di wê baweriya de nin ku wê encam her belê derkeve.Û dibêjin em li hêviya mizgîniyê ne.

 

Mamoste Maaz İbrahîmoglu: "Em li vê derê alîgirê HDPê ne lê li Başûr yên Barzanî û Telebanî. Em yekitiya kurdî dixwazin û serxwebûn xwewna me ye jî."

 

Mamoste Baran Çelik: "Encam çiqas bilind derkeve wê ewqas baş be. Emê kêfxweş bibin."

 

Li kafeyên Stenbolê hin hemwelatiyên Başûr jî hene û Helbestvan Şivan Zêvkê jî yek ji wan e. Diyariyek wî hebû ji bo televizyona me.

 

Helbestvanê Zaxoyî Şivan Zêrkê: "Min şeva çû hozanek nivîsand û ezê vê diyariya Rûdawê bikim..."

 

Başûrê Kurdistanê, di 25 îlonê de wê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dê here ser senduqan û dê peyama xwe ya ji bo serxwebûnê ji hemû civaka cîhanê re ragihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst