Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê derbarê îhtimala operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê got, “Hûn dizanin doh çend operasyonên asmanî hatine kirin? Her tişt berdewam dike.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler piştî civîna koma AK Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê mijarên di rojevê de bersiva pirsên rojnamegeran da.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di bersiva pirseke derbarê êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê anî ziman:
“Hûn her roj pêşhatan dişopînin.
Hûn dizanin doh çend operasyonên asmanî hatine kirin?
Her tişt berdewam dike.”
Guler li ser pirsa serdana Wezîrê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî jî da zanîn:
“Li wê derê (Sûriye) birêvebiriyeke nû heye.
Divê em rêzê li wê bigirin. Niha ne qada me ye.
Li wê derê mirov hewl didin ji xwe re sîstemekê ava bikin.”
Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya nêzîkî Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li derdora Bendava Tişrînê şerê hev dikin û şer roj bi roj gurtir dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse