Yerlîkaya: Futbolîstê Îsraîlî ji welatê me derket

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Safiv Jehzkel Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got, “Futbolîstê Antalyasporê yê Îsraîlî Safiv Jehzkel, saet 17:15an ji welatê me derket.”

Lîstika Antalyaspor-Trabzonsporê ya di hefteya 20emîn a Lîga Super a Trendyolê de ku doh hat lîstin, bi 1-1 bi dawî bû.

Lîstikvanê Îsraîlî Sagiv Jehezkel piştî ku gol avêt nivîsa li ser destê xwe “100 days... 7.10.” nîşan da.

Di nivîsa de behsa 100 rojên dawî ku Hemasê, 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest bi êrişa xwe ya li Îsraîlê kiriye, dike.

Antalyasporê ragihand ku Sagiv Jehezkel bi biryara lijneya rêvebir ji kadroyê hat derxistin û dê peymana wî bê hilweşandin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku derbarê Jehezkel lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Jehezkel piştî wê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve bi hinceta “teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê” hat desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Yerlîkaya diyar kir ku futbolîstê Îsraîlî ji Tirkiyeyê derketiye û got:

“Futbolîstê Antalyasporê yê Îsraîlî Safiv Jehzkel, saet 17:15an ji welatê me derket. Em careke din dixwazin nîşan bidin ku Tirkiye her tim bi gelên mazlum û Filistînê re ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst