Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê di operasyonekê de 14 kes bi gumana endamtiya DAIŞê hatin destserkirin.
Ajansa Fermî ya Tirkiye ragihandiye ku Tîmên Rûbirûbûna Terorê yên Girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Enqerê derbarê 15 kesên biyanî ku peywendiya wan bi rêxistina DAIŞê re heye lêkolînek daye destpêkirin.
Di çarçoveya lêkolînê tîman de bi operasyoneke hemwext avêtin ser çend navnîşanan û 14 gumanbarên biyanî yên DAIŞê hatin desteserkirin.
Xebatên ji bo desteserkirina berşikê firarî jî didomin.
Hat ragihandin karûbarên yasayî yên wan kesên destserkirî li navenda ewlekariyê berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse