Li Parlamentoya Tirkiyê silava bi zimanên derveyî Tirkî bû sedema aloziyê

13-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Çep a Kesk (YSP) a Mêrdînê Berîtan Guneş li Parlamentoya Tirkiyê di axaftina xwe ya yekemîn de bi armanca spaskirina pêkhateyên Mêrdînê bi zimanê Kurdî, Erebî û Sûryanî silav kir lê ev yek bû sedema nerazîbûna parlamenterên Partiya IYI û AK Partiyê.

Roja Pêncşemê 13ê Temûza 2023an Parlamentera YSPê Bêrîtan Guneş li Parlamentoya Tirkiyê derveyî zimanê Tirkî axivî û rûbirûyê nerazîbûna parlamenterên Partiya IYI û AK Partiyê bû.

Parlamenteran ji Serokwekîlê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder xwestin ku midexaleya Guneş bike. Li ser vê yekê Onder got, “Şerm e ku ez midexaleya vê yekê bikim” û rê da Guneş ku gotinên xwe berdewam bike.

Gotinên Guneş yên bi Kurdî û Erebî nehatin tomarkirin û gotinên wê wek “Di vî beşî de kesê axivî gotinên ne bi Tirkî gotin” hat tomarkirin.

Parlamentera YSPê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di axavtina xwe de bi Kurdî (Kurmancî, Zazakî), Erebî û Suryanî silav li “gelên Mêrdînê” kir.

Bêrîtan Guneş di axavtina xwe ya bi Kurmancî de got, “Beriya gotinên xwe ez dixwazim bi zimanê dayika xwe spasiyên xwe ji hemû gelên Mêrdînê re bikim. ”

Bêrîtan Guneş her wiha di axavtina xwe de bi Zazakî jî got, “Ez şarê Mardînî rê zaf spas kena.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst