Pêvajoya aştiyê bûye mijara sereke ya partiyên siyasî

13-04-2017
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Aştiyê Referandûm Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Di rojeva Tirkiyê de pêvajoya çareseriyê ya ku 2 sal berê bi dawî bibû tê niqaşkirin.

 

Li gorî hinek aliyan daxûyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li Amedê, ku gotibû em dê bi her aliyê bê çek re hevdîtinan pêk bînin, nîşaneyeke jinûve destpêbûna pêvajoya çareseriyê bû. Lê hinek alî jî dibêjin Erdogan da ku di giştpirsiyê de piştgiriya kurdan werbigire wiha axiviye.

 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Amedê gotibû “em dê bi her aliyî re biaxivin. Lê bi şerta bêçekbûna wan” û ev daxûyaniya wî jî bû sedem ku pêvajoya çareseriyê dîsa têkeve rojeva Tirkiyê.

 

Li gorî hinek aliyan dibe ku piştî giştpirsiyê proseya çareseriyê dîsa dest pê bike.

 

Parlamenterê berê yê Ak Partiyê Mehmet Emîn Dindar jî di wê baweriye de ye. Dîndar dibêje sêrokkomar wê li hember daxwaza Kurdan a aşitiyê bê deng nemîne.

 

Parlamenterê berê yê AK Partiyê M. Emîn Dîndar ji Rûdawê re wiha got: “Divê mecbûrî dest pê bike. Çimkî miletê me yê Kurd hêviya aştiyê ye. Çekdariyê naxwaze. Careke din jî min di gotinên xwe de gotibû yê çek qebûl nekiriye, yanî yê çek berdaye, li ser riya siyasetê bibin çareseriyekê bikin Erdogan wê destê xwe dirêj bike.”

 

Lê belê Partiya Gel a Komarî (CHP) wiha nafikire. Li gorî CHPê Serokomarê Tirkiyê di vî warî de ne ji dil e.

 

Cigîrê Serokê giştî yê CHPê Erdal Aksunger jî wiha axivî: “AKPê bi xwe maseya çareseriyê têk bir. Piştî yekê Mijdarê guhertina destûra bingehîn hate rojevê. AKPê, HDP ku nûnera tevgera siyasî ya Kurdan e, li ser maseyê nexwest. Gelo ma di destê HDPê de çek hene? Serokomar di vî warî de ne ji dil e.”

 

Li gorî rapirsiyan piraniya Kurdên Bakurê kurdistanê dibêjin kêşeya herî mezin a Tirkiyê kêşeya Kurd e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst