DOZA DEMÎRTAŞ - 'Dadger nikarin bi serê xwe ti biryara bidin'

13-01-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Parlamenter û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doza Selahattin Demîrtaş weke bêhiqûqiya Tirkiyê nîşan didin. Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay dervarê dozê de got, dadger û dozger nikarin bi serê xwe ti biryara bidin.


Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş piştî 14 mehan cara pêşî beşdarî danişîna dadgehkirina xwe bû. Hevserokê HDP ji bo daraza wî ya bi hinceta ku heqaret li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirine, ji bajarê Edîrneyê bo Stenbolê hate veguhestin.


Bi hezaran hezkiriyên Selahattîn Demîrtaş û endamên HDPê jî bo piştgiriyê li pêşiya dadgehêbûn. Demîrtaş daxwaz ji dadgehê kir da ku ew doz ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn bê veguhestin. Doz ji bo 4 mehan hate paşxistin.


Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş ku ji 4 ê Mijdara 2016 an virve girtîye, cara ewil derket pêşberî dadgehê. Demîrtaş piştî 434 rojan parastina xwe kir. Doza ku bi hinceta ku Demîrtaş heqaret li Erdogan kirine li Stenbolê destpêkir.


Di çarçoveya vê dozê de 4 sal ceza bo Demîrtaş tê xwestin. Bi hezaran kes ji bo piştgiriya Demîrtaş li ber dadgehê gihîştin hev.


Welatiyê bi navê Emrah Kurt ji Rûdawê re wiha got: “Em Ji bo Selahattîn Demîrtaş li vê derê ne. Em ji wî re azadiyê dixwazin. Heta ku em wî nebin em ji vir naçin.”


Welatiya bi navê Emîne Can jî got: “Bila dewlet bizanibe em tu car deset ji serokê xwe bernadin. Em wî bi tenê nahêlin. Ew xelk tev de li vir e. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe jî em dev ji doza xwe bernadin. Heta mirina xwe em pêy doz û serokê xwe ne.”


Kesekî bi navê Kamile Tekin jî diyar kir ku daxwaza wan ew e ku hemû girtiyên di heps û zindanan de tevî Demîrtaş serbest bên berdan û got: “Selhattîn hindik nîne , ew rumeta gelê Kurd û Tirk e. Selahattin aştiya vî welatî ye. Heta ew azad nebe tu kes azad nabe.


Beriya ku doz dest pê bike, tedbîrên emnî di asta bilind de hatin girtin. Hejmarek ji parlementerên HDP û CHPê, bi sedan parêzger û rojnamger jî amadebûn. Hevjinana Demîrtaş û malbata wî jî li salonê amadebûn. Demîrtaş bêyî destê wî kelepçekirîbin hat salona dadgehê. Pêşî xêrhatin li beşdaran kir û pişt re jî dest bi parastina xwe kir.


Demîrtaş da zanîn ku ew bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û ew doz divê bo Dadgeha Destûra Bingehîn bê veguhestin.


Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay anî ziman ew doz nîşaneya wê yekê ye ku sîstema hiqûqê ji nav çû ye û wiha domand: “Dadger û dozger nikarin bi serê xwe ti biryara bidin. Diviyabû ji ber rakirina parêzbendiyê ew doz bo destûra bingehîn bihata şandin lê ew yek pêkan nebû. Em bo dîtina Demîrtaş û piştgiriyê li vir bûn. Gelê me jî ew doz û Demîrtaş bi tenê nehişt. Em spasiya gelê xwe dikin.”


Parlementerê HDPê yê Êlihê Mehmet Alî Arslan jî ji Rûdawê re got: “Rewş û siheta wî pir baş bû wê jî moral da me. Him dersê hiqûqê, him dersê însanetiyê da dadgehê. Dadgehê pir sûal kir û wî jî bersiv da. Ew 14 meh e hîn nu derdikeve pêşberî dadgehê. Jixwe ji bo hiqûqê ew şermî bes e.”


Piştî îfade girtinê dadgehê biryar da ku ew doz bo 17ê Gulanê bo paşxistin û Demîrtaş wê demê jî li dadgehê hazir be. Di derheqê Demîrtaş de nêzikî 20 dozên cihê berdewam dikin. Heta niha 94 danişîn hatine kirin ku Demîrtaş hîç beşdar nebûye. Di çarçoveya van hemû dozan de 484 sal cezayê hepsê ji bo wî tê xwestin.


Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst