Tezkereya Rojava û Başûrê Kurdistanê li Parlamentoya Tirkiyeyê ye

11-10-2023
RÛDAW
Parlamentoya Tirkiyeyê
Parlamentoya Tirkiyeyê
Nîşan Tezkere MHP CHP Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di rojeva siyaseta Tirkiyeyê de nîqaşên dirêjkirina tezkereya şandina leşkeran nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê heye.

Tezkereya Serokkomariya Tirkiyeyê ya ku rê dide artêşa Tirkiyeyê biçe nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê hefteya borî ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re hat şandin.

Vê hefteyê dê li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser tezkereyê deng tê dayîn.

Serokê MHPyê Devlet Bahçeli dibêje, ew piştgiriya tezkereyê dikin û bangî Serokê CHPyê jî kir ku aliyê xwe diyar bike.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî anî ziman:

“Em dê wekî Partiya Tevgera Netewperest heta dawiyê piştgiriya tezkereya serokkomariyê ya ku şandina artêşa Tirkiyeyê ji Îraq û Sûriyeyê re li xwe digire bikin û dengê erê bidin.

Di vê qonaxa niha de Partiya Gel a Komarî bi ezmûneke dîrokî re rûbirû ye. Eger Kiliçdaroglu ji terorê aciz e, partiya wî ji terorê dûr e, ez dibêjim meydana mêran. Bila derkevin ku li aliyê kê ne, eşkere bikin.”

Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, di nav yasayê de xalek heye ku rê dide leşkerên biyanî werin nav axa Tirkiyeyê û dê dengê “na” bidin.

“Tu qebûl dikî leşkerên biyanî bên nav axa Komara Tirkiyeyê bikin?”

Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî di bersiva Bahçelî de got:

“Pirsa min a yekem ji Bahçelî re ye. Navê partiya wî Partiya Tevgera Netewperest e.

Tu weke Partiya Tevgera Netewperest dibêjî, ez ê dengê erê bidim vê tezkereyê. Ji te re pirsek, tu qebûl dikî ku pêlavên leşkerên biyanî pêl li axa Komara Tirkiyeyê bikin an na?”

Li gorî naveroka tezkereyê Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKK, YPG û DAIŞê dixwaze dema şandina leşkerên xwe nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê 2 salên din dirêj bike.

Eger tezkere li parlamentoyê bê qebûlkirin, dema şandina leşkeran ji 30ê Çiriya Pêşîna 2023yan heta 30ê Çiriya Pêşîna 2025an dê were dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst