Erdogan: Dadgeha Destûrê gelek xeletiyan dike, ev jî me xemgîn dike

10-11-2023
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Dadgeha Destûrê Dadgeha Bilind (Yargitay) Can Atalay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, rexne li Dadgeha Destûrê girt û piştgirî da biryara Dadgeha Bilind (Yargitay) a derbarê Can Atalay.

Erdogan dema ji Ozbekistanê vedigeriya di balafirê de bersiv da pirsên rojnamegeran.

“Li ser hev gelek xeletiyan dike”

Erdogan derbarê qeyrana di navbera Dadgeha Destûrê û Dadgeha Bilind a derbarê Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Can Atalay de got:

“Berî hemû tiştî kesek nikare înkar bike ku Dadgeha Bilind (Yargitay) dadgeheke bilind e.

Mixabin Dadgeha Destûrê di vê mijarê de li ser hev gelek xeletiyan dike. Ev jî bi awayekî cidî me xemgîn dike.”

“Parlamentoya me di van mijaran de giran tevdigere”

Erdogan got ku “Mirov nikare biryara Dadgeha Bilind piştguh bike” û pê de çû:

“Dadgeha Bilind li hemberî biryara Dadgeha Destûrê got, `Eger tu dadgeheke bilind î, ez jî dadgeheke bilind im û wekî dadgeha bilind derbarê we de daxwaza cezakirinê dikim.’

Dixwaze ev daxwaz were bicihkirin û vî tiştî ji saziya pêwendîdar dixwaze. Eger parlamento be ji parlamentoyê dixwaze.

Niha Can Atalay bidin aliyekî. Mixabin berê jî tiştên wiha çêbûn. Parlamentoya me di van mijaran de giran tevdigere, gelek terorîst ji ber ku pêvajoya rakirina parêzbendiya wan dereng ma reviyan derveyî welat.”

“Pêwîst nake mirov xwe li ber çavê hinekan şêrîn bike”

Hinek endamên AK Partiyê li hemberî vê biryara Dadgeha Bilind nerazîbûn nîşan dabû. Erdogan, ev kes jî bi vî awayî rexne kirin:

“Dadgeha Destûrê nikare biryara Dadgeha Bilind biçûk bibîne û divê biçûk nebîne. Eger hevalên ji partiya min jî biryara Dadgeha Bilind rexne dikin û pesnê Dadgeha Bilind didin, xelet dikin.

Em hemû ji bo hev in. Pêwîst nake mirov xwe li ber çavên hinekan şêrîn bike.”

Dadgeha Destûrê biryar da ku Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Can Atalay were berdan.

13emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ev biryara wê red kir û derbarê endamên Dadgeha Destûrê de gilî tomar kir.

Di serî de TÎP, aliyên siyasî rexneyên tund li Dadgeha Bilind girtin.

Herwiha vê biryarê di nav siyaseta Tirkiyeyê de karvedanên tund li pêy xwe anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst