Li Stenbolê 16 kes bi tohmeta alîkariya PKKê û YPGê hatin desteserkirin

10-05-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Stenbol Operasyon PKK YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di oparasyoneke hemwext de polîsan bi ser 19 malan de girt û bi hinceta alîkariya PKK, PYD û YPGê 16 kes desteser kirin.

Li gor agahiyan, îro Çarşemê 10ê Gulanê li 11 navçeyên Stenbolê polîsan bi ser 19 malan de girtine.

Di operasyonê de 16 kes hatine desteserkirin.

Li gor agahiyan, ew kes bi hinceta ku ‘berê di nav PYDê û YPGê de kar kirine û jibo PKKê karê rêxistinê kirine’ hatine desteserkirin.

Tê gotin kesên ku hatine desteserkirin birine Navenda Ewlekariyê ya Stenbolê û lêpirsîn bi wan re tê kirin.

Lê derbarê nasnameya kesên desteserkirî de ti agahiyek nehatiye dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst