Ji bo nimêja cejnê çû mizgeftê, cenazeyê wî derket

10-04-2024
Nîşan Bursa Înegol Cejn Nimêj Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dilê Ehlîman Bayramê 70 salî li mizgeftê sekinî û ew mir.

Bûyerê vê sibehê li navçeya Înegolê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê rû da.

Ehlîman Bayram ji bo nimêja cejnê bike berê xwe da Mizgefta Hudaiyê.

Li gorî nûçeya DHAyê, dema melayê mizgeftê xutbe dixwend Ehlîman Bayram bi carekê re ket erdê.

Cemaetê midaxeleya ewil kir û xeber da tîmên tenduristiyê.

Tîman tesbît kir ku wî krîza dil kiriye û piştî midaxeleya ewil Ehlîman Bayram veguhast nexweşxaneyê.

Ehlîman Bayramê 70 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê canê xwe ji dest da.

Ev kêlî ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatin qeydkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst