Di pisûleya hilbijartinê de 26 partî cih digirin

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bibin lîsteyên xwe yên berbijêrên parlamenteriyê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê kirin. Di pisûleya hilbijartinan de 26 partî cih digirin û Partiya Gelecek, DEVA, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê ku ji lîsteyên CHPê dikevin hilbijartinan dê di pisûleyê de nebin.

Piştî pêşkêşkirina lîsteyên partiyan, Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmet Yener diyar kir ku pisûleya hilbijartinên 14ê Gulanê hat nûkirin. Du partiyên ku li gor tîrûpişkê di rêza yek û duyemîn de bûn Partiya Tirkiyeya Nû û Partiya Guherînê a Tirkiyê ji ber lîsteya xwe nedan ji pisûleyê hatin derxistin.

Herwiha ji ber Partiya Gelecek, DEVA, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê ji lîsteyên CHPê dikevin hilbijartinan dê ew jî di pisûleyê de nebin ku bi vî awayî hejmara partiyên siyasî yên di pisûleyê de ji 32 dadikeve 26 partiyan.

Lîsteyên 26 partiyan ku hatine pêşkêşkirin dê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan ve bê lêkolînkirin û heta roja Sêşemê 11ê Nîsanê dê kêmasiyên hebin bên ragihandin. Divê heta 14ê Nîsana 2023an hemû kêmasiyên hene bên temamkirin.

Biryar e 15ê Nîsanê lîste bên eşkerekirin û proseya nerazîbûnê dê destpê bike. Nerazîbûnên çêbibin dê ji aliyê Desteyê ve bên nirxandin û lîsteyên herî dawî dê 19ê Nîsanê bên eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst