Beştaşê ji bo Stenbolê yekem peyama xwe da

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêra Şaredariya Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê yekemîn peyama xwe ya ji bo Stenbolê da.

Meral Daniş Beştaşê got, “Em dê Stenbolê bikin navenda wekhevî, xweşbînî û aştî yê. Em dest pê dikin, li benda me be Stenbol!”

Berbijêra Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê li ser medyaya civakî derbarê Stenbolê de yekemîn peyama xwe Tirkî û Kurdî belav kir.

Beştaşê amaje bi wê yekê daye ku li Stenbolê ji her netew û baweriyan mirov dijîn û ew dê li Stenbolê xweşbîniyê ava bikin.

Beştaşê di peyama xwe de wiha got:

“Stenbol Trakya ye, Stenbol Serhad e, Stenbol Çukurova ye, Stenbol Botan e, Stenbol Amed e, Stenbol Deryaya Reş e, Stenbol Deryaya Spî ye, Stenbol Ege ye, Stenbol Anatolya ye Slav Stenbol…

Em dê Stenbolê bikin navenda wekhevî, xweşbînî û aştî yê. Bi mizgeft bi cemxane bi dêr û hawrayên xwe em dê dewlemend bibin.

Bi vîna jinan, bi hêza ciwanan, bi berxwedana gelên xwe em dê mezin bibin.

De heydê werin! Bi govend, bi xoron, bi zeybekan em hevdû hembêz bikin!..

Em destpêdikin, li benda me be Stenbol!…”

DEM Partiyê 9ê Sibata 2024an ragihandibû ku berbijêrê wan yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepni ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst