Serokwezîrê Tirkiyê: 5 ton teqemenî bikaranîn

09-10-2016
RÛDAW
Nîşan Şemzînan Teqîn Binalî Yildirim
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serowezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim derbarê teqîna îro li Şemzînanê de got, Bi 5 ton teqemenî li kamyonetekê kirine, êrîşa xwekujiyê birine ser baregeha kontrolê.


Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, gerîlayên PKKê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş li dijî qereqolê pêk anî û di encamê de 10 leşker û 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 13 sivîl û 14 leşker jî birîndar bûn.


Serowezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim derbarê teqînê de daxuyanî da û ragihand di encama êrişê de 10 leşker û 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.


Binalî Yildirim wiha got: “Îro di encama êrişa xwekujî şehîdên me hene, welatiyên me yên sivîl mirin. Vê gavê 10 leşkerên me şehîd bûne, 8 welatiyên me yên sivîl hatin kuştin, birîndarên me hene. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike. Xwedê şifayê ji birîndarên me ra bişîne.


Bi 5 ton teqemenî li kamyonetekê kirine, êrîşa xwekujiyê birine ser baregeha kontrolê. Xwekuj bombe teqandiye û ev bûyer çêbûye."


Piştî êrîşê li ser rê çaleke ku firehiya wê 15 mêtro, kurahiya wê jî 7 mêtro çêbû.

 

Di heman demê de Piştî bûyerê ji aliyê saziya Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyan (RTUK)  ve qedexeya wêşanê hat girtin.

 

Hat ragihandin ku dîmenên dema teqînê, piştî teqînê cihê bûyerê, dîmenên û wêneyên birîndar û kesên mirîne hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst