OECD: Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan 1 birçî ye

09-08-2024
Nîşan OECD Tirkiye Zarok Birçîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî amarên OECDyê li seranserê Tirkiyeyê ji her 5 zarokan 1 bi awayekî tendurist têr nabe û ji her 4 zarokan 1 jî birçî diçe dibistanê.

Rêxistina Bipêşkêtin û Hevkariya Aborî (OECD) derbarê hejariya zarokên li Tirkiyeyê raporek belav kir.

Li gorî raporê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 6,5 milyon zarok di nav hejariyeke tûnd de dijîn û rûbirûyî pirsgirêka nebûna xwarinê ne.

Ev jî tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê her ji 5 zarokan 1 ji têr nabe û birçî diçin dibistanê.

Her wiha li gorî rapora bernameya Piştgiriya Aborî û Civakî ya Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ya Tirkiyeyê jî hejmara zarokên alîkariyê distînin gihiştiye 172 hezaran.

Sala 2012an tenê 37 hezar û 295 zarokan alîkarî werdigirt lê sal bi sal hejmara zarokên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye zêdetir bûye.

Li gorî amarên fermî yên Wezaretê, hejmara zarokên ku alîkariyê distînin li gorî salan wiha ye:

2012 - 37 hezar û 295 zarok

2020 - 129 hezar zarok

2023 - 164 hezar û 995 zarok

2024 - Di 6 mehên destpêkê de -171 hezar û 895 zarok

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst