Îsal 221 jin hatine kuştin

09-07-2024
RÛDAW
Nîşan Kuştina Jinan Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 221 jin hatine kuştin.

Li gorî federasyonê, tenê di meha hezîranê de 38 jin hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rapora 6 mehan a derbarê kuştinên jinan de belav kir.

Îsal 221 jin hatine kuştin

Li gorî raporê, ji 1ê Kanûna Paşîn heta 30ê Hezîrana 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 221 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

80 ji wan ji aliyê malbatê, 37 ji aliyê hevjînê ku jê cuda bûye ve hatine kuştin.

Mirina 42 jinan jî bi guman e. 125 jin bi çekê hatine kuştin, 47 jin jî bi amûreke birînê hatine kuştin.

109 jinên ku hatine kuştin zewicî bûne, 56 jin nezewicî, 32 ji wan jî rewşa wan a medeni ne diyar e.

126 jin li mala xwe hatine kuştin, 7 li cihê ku kar dikirin û 66 jin jî li cihên giştî hatine kuştin.

Tenê di meha hezîranê de 38 jin hatine kuştim

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyê rapora meha Hezîranê jî cuda belav kir.

Li gorî raporê tenê di meha Hezîranê de li Tirkiyeyê 38 jin hatine kuştin.

19 jin ji aliyê malbatê û 4 ji aliyê mêrê jê cuda bûye ve hatine kuştin.

Mirina jinekê jî bi guman bûye. 23 ji wan bi çekê û 8 jin bi amûreke birînê hatine kuştin.

Ji jinên di Hezîranê de hatine kuştin 21 zewicî, 11 nezewicî bûne, rewşa medenî ya 2 ji wan ne diyare.

21 jin li mala xwe, 1 li cihê kar û 10 li cihên giştî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst