Abdullah Ocalan emeliyat bû û dibe ku dîsa bibe

09-03-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Emeliyat Îmrali katarakt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Girava Îmraliyê emeliyata kataraktê bû û tê plankirin ku emeliyateke din jî bibe.

Ev agahî  22yê Kanûna Paşîn di hevdîtina duyem de ji şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re hatibû ragihandin.

Li gorî nûçeya Gazete Duvarê, emeliyata Rêberê PKKyê Ocalan li Îmraliyê hat kirin.

Her wiha hat gotin ku îhtimal heye ku emeliyata duyem a kataraktê ji Ocalan re bê kirin.

Pervin Buldanê li ser vê mijarê wiha got:

“Dema ku em cara duyem çûn, Ocalan diyar kir ku ew emeliyata kataraktê bûye û emeliyat bi serkeftî derbas bûye.

Wî got ku çavê wî niha gelekî çêtir dibîne. Di serdana me ya sêyem de min bala xwe dayê ku ji çavên wî hêsir dihatin û wî desmal bi kar dianî.

Hat gotin ku ev ne ji ber kataraktê ye lê ji ber xetimîna di torên çavên wî de ye.

Lê heta niha ti biryar li ser emeliyatê nehatiye dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst