Di doza Demîrtaş de helwesta Ewropayê tê rexnekirin

08-12-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Doza Demirtaş li Enqerê birêve çû
Doza Demirtaş li Enqerê birêve çû
Nîşan Selahaddîn Demirtaş HDP Enqere Dadgeh Ewropa
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Piştî 13 mehan ji girtinê, roja Pêncşemê 07-12-2017, proseya dadgehkirina Hevserokê HDPê Selahaddîn Demîrtaş, li Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê birêveçû û medyayên nêzîkî HDPê ragihandin, ku dadwer biryar daye Demîrtaş neyê azadikirin.

 

Di derbarê tometa belavkirina kîn û dujimntiyê di mîtînga 7ê Hezîrana 2015an de, Demîrtaş bê tawan derket lê dadgehkirina Demîrtaş li ser doseyên din, jî bo 14ê meha Sibata 2018ê hate paşxistin.

 

Di demekê de, ku hezar û 250 parêzar piştgirî û parastina Heserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahaddîn Demirtaş dikin , Dadheha Sîncanê saloneke 20 kesî ji bo darinzandina Demirtaş amade kir. Lê Demirtaş jî weke helwesteke protestoyî, beşdarî darizandinê nebû û di heman demê  red kir,  ku bi rêya sîstema deng û wenayî ya SEGBİSê jî îfadeyan bide.

 

Ji çend welatên Ewropayê şandên çavdêr û bi hezaran kurd jî ji bo piştgiriya Selehedîn Demirtaş li ber derê dadgehê amade bûn.

 

Derbarê mijarê de parlamenterê berê yê HDPê Hasîp Kaplan ji Rûdawê re got: “Ditirsin û dibêjin  'ne em dê Selahaddîn Demirtaş me darizîne’. Eger hûn ji îradeya gel natirsin çima serokê HDPê ku 6 milyon deng standiye, nahêlin li dadgehê amade be.”

 

Hakan Taş ê parlementerê Partiya Çep li Parlementoya Almanyayê û yek ji endamê şanda Ewropî bû ku piştgirya Demirtaş dikir. Taş rexneyên xwe li hikumeta Tirkiyê û li welatên Yeketiya Ewropayê jî kir:

 

“Lazim e ku hikumetên welatên endamên  Yeketiya Ewropayê, êdî di vê meselê de helwesta xwe zelal bikin. Nabe ku bertek û nerazîbûn tenê bi devkî bin, lazim e êdî guvaşên aborî û siyasî jî werin meşandin.” 

 

Di demekê de Waliyê Enqereyê hemû çalakî qedexe kirine, ji gellek bajarên cuda gellek hemwelatî beşdarî doza Demirtaş bûn.

 

Hemwelatiyê bi navê Ekrem Altintaş nerazîbûna xwe ya li hember vê dadgehkirinê anî ziman û got: “Di pergala dewleta Tirkiyê de pîvanekî exlaqî û însanî tine ye. Di vê darizandinê de egereke insanî tine ye.”

 

Selahaddîn Demirtaş bi tometa bangeşe û piştgirîkirina PKKê, ji 4ê Mijdara 2016ê ve, li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin.

 

Derbarê wî de 31 fezlekeyên giliyê hene û ji  42 salan  heta 143 salan ceza ji bo  tê xwastin. Di dawî daniştina dozê de desteya dadgehê jî biryar da ku doz heta 14ê meha Sibata 2018ê were paşxistin.  

 

 (N.S)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst