Ji bo 'piştgiriya Filistînê' êrişî Burger Kingê kir

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Burger King Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, kesekî bi hinceta şerê Îsraîlê ya li ser Xezeyê, êrişî restoranta Burger Kingê kir.

Êrîşkar bi hesinê di destê xwe de camên xwaringehê şikand.

Li gorî nûçeya DHAyê, bûyer şeva din demjimêr 22.00an de, li meydana Esenyurtê pêk hat.

Li gorî îdiayan, kesê bi navê Y.Y. bi hinceta êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê çû li ber xwaringehên fast foodê.

Y.Y. yê ku camên xwaringehê şkand û got, “Hûn dê berdêla êrişan bidin. Ma heta niha we qedexe nekirine?”

Li ser agahdarkirinê, polîs çûn cihê bûyerê.

Y.Y. hat desteserkirin û ew birin qereqola Esenyurtê.

Dîmenên bûyerê bi kameraya ewlehiyê ya xwaringehê hat kişandin.

Lêpirsîna Y.Y. a li qereqola polîsan berdewam dike.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrişên li ser McDonatl's, Burger King û Starbucksê zêde bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst