Erdogan li Enqerê pêşwazî li Serokwezîrê Swêdê kir

08-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi merasîmeke fermî  li bajarê Enqere yê Tirkiyê pêşwazî li Serokwezîrê Swêdê  Ulf Kristersson kir ku di çarçoveya serdaneke fermî de li wî welatî ye.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson îro 8ê Mijdara 2022an  ligel şandeke welatê  xwe di çarçoveya serdaneke fermî de serdana Tirkiyê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan her îro  li Enqereya paytexta Tirkiyê bi merasîmeke fermî  pêşwazî li Serokwezîrê Swêdê kir.

Piştî pêşwazîkirinê hevnaskirina şandên herdû welatan li Koşka Serokkomariya Tirkiyê civîna Serokkomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Swêdê  dûr ji çavê kamîreyan destpêkir.

Ev serdan di demekê de ye, Swêd dixwaze bibe endama NATOyê, lê Tirkiye ku yek ji ji endamên wê yekitiyê ye, mercên xwe ji bo pesendkirina endamtiya Swêdê hene.

Ji wan mercan jî yên herî diyar weke ku Tirkiye bixwe dibêje radestkirina çend kesayetên li Swêdê ye ku peywendiyên wan ligel PKK û Tevgera Gulen hene, herwiha qutkirina beşek ji piştevanî û alîkariya darayî ya Swêdê bo Rojavayê Kurdistanê yek ji mercên din yên Tirkiyê ye ku li pêşiya Swêdê ji bo endamtiya wî welatî di NATOyê de diyar kiriye.

Tê pêşbînîkirin ku piştî civînê Serokkomarê Tirkiye û Serokwezîrê Swêdê civîneke hevbeş ya çapemeniyê saz bikin û têde derbarê mijara endamtiya Swêdê bo NATOyê de biaxivin.

Tirkiye dixwaze bi saya rêkeftina ligel Swêd û Finlandayê yasetmedarên Kurd ên niştecihên wan herdû welatan bi hinceta endamtî yan peywendiya ligel PKK, YPG û PYDê bo wê bên radestkirin. Lê piştî îmzekirina rêkeftinê, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand ku ew teslîmî Erdogan nebûne û ti kesekî jî radest nakin, eger îspat bibe ew kes “terorîst e”.

Tirkiye dixwaze bi saya rêkeftina ligel Swêd û Finlandayê ji bo endamtiya wan welatan di NATOyê de siyasetmedarên Kurd ên niştecihên wan herdû welatan bi hinceta endamtî yan peywendiya ligel PKK, YPG û PYDê bo wê bên radestkirin. Lê piştî îmzekirina rêkeftinê, Wezîra Derve ya Swêdê ya berê Ann Linde ragihandibû ew teslîmî Erdogan nebûne û ti kesekî jî radest nakin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst