Bandora Kurdên Stenbolê li ser hilbijartinan

07-05-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nîşan Hilbijartinên Tirkiye Kurd Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Her çiqasî peytexta Tirkiyê Enqere be jî, peydexta aborî, civakî, kulturî û stratejîk, ev bajar yanê Stenbol e. Bi dirêjahiya dîroka komarê biryar li Enqereyê  hatine werdigirtin lê encam li Stenbol diyar bûne. Gelek siyasetmedarên ku li Enqereyê li posta serkirdeyatiyê rûniştine, rêya wan ji Stenbolê destpêkiriye.

 

Hemû partî û hemû siyasetmedar, ezmûna xwe ya mezin li hemberî Stenbolê didin. Eger Stenbol, partî an siyasetmedarekî nepejirîne, ne pêkan e ku ew serfiraziyekê bidest bixe.

 

Nifûsa bajêr gihîştiye zêdeyê 15 milyon kesî.  Ji sedî 18.5ê nifûsa Tirkiye, şêniyên vî bajarî ne. Ji sê paran pareke niştecihên bajêr jî kurd in û rêjeya kurdan ji 5 milyonan derbas bûye.  Ji şêniyê bajêr, nêzikî 11 milyon kes dengdêr in. Ji nava wan jî rêjeya dengên kurdan nêzikî 2 milyon kesan e.

 

Him di hilbijartinên herêmî de û him jî di yên giştî de, mohra kurdan rêya dahatuya bajêr diyar dike.

 

Rêya Kurdan ya di siyaseta legal bi DEPê destpêkir û di nava 20 salan de bi zêdeyî 25 partiyên siyasî gihîşt asta heyî.  Ew hêz di hilbijartina 2014an de gihîş wê astê ku bibe 3'mîn paritya mezin ya Tirkiye. 

 

Ji sedî 10ê dengên ku Demîrtaş di hilbijartina serokomariyê de bidest xistibû, di hilbijartinên giştî yên 7 hezîrana 2015an de de gihîşt ji sedî 13î û 80 parlementeran.

 

Ew encama ku HDPê bidest xistibû kir ku sîstem bixitime, hikumet neyê avakirin û hilbijartin, di 1ê mijdara heman salê  de bêne dubarekerin. Lê HDP bi sedî 10.7ê careke din bû 3yemîn partî û 59 parlemen çûn parlemenê.

 

Tirkiye neha careke din diçe ser sindoqan.  Tevî girtina parlemenan, rewşa awarte û fişarên li ser wan, Kurd amadekariyê wê yekê dikin ku careke din mohra xwe li encama hilbijartinên vî welatî bixin.

 

Him li gorî rapirsiyên ku têne kirin û him jî li gorî tabloya heyî û bereyên ku hatine avakirin, dengê kurdan ewê di 24ê hezîranê de him serokomarê Tirkiye û him jî arîtmetîka parlementoyê zelal bike.

 

Di dîroka vî welatî de cara ewil namzetekî serokomariyê ji girtîgehê û di nava şert û mercên ne wekhev de beşdarî hilbijartinan dibe. Çawa ku di 7ê hezîranê de namzet û dengên kurdan weke xofekê ji sindoqan encam da, niha heman hêz di destê kurdan de ye, û  îxtimal e dîrok xwe ji nûve binimîne.

 

Di atmosfera heyî de, çavê herdû bereyên ku hatine avakirin li encama vî bajarî ye. Ji ber ku, kîjan bere li Stenbolê serfiraz be, rikeberiya hilbijartinan jî ewê qezenc bike. Di vê qonaxê de dîsa dengdêrên Kurdên Stenbolî di armanca herdû aliyan de ye.


Dawiya dawî,  Kurdên li Stenbolê ewê ne tenê qedera vî bajarî, lê qedera Tirkiye jî eşkere bikin. Bi gotineke din Kurdên vî bajarî, ewê êvara 24ê hezîranê nexşerêya 4 salên pêş, bidin ber 80 milyon welatiyên vî welati.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst