Bernameya serdanên DEM Partiyê diyar bû

07-03-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî CHP EMEP Serdan Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bernameya serdanên DEM Partiyê yên pariyên siyasî yên di Parlamentoya Tirkiyeyê de diyar bû.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari 10ê Adarê dê biçin serdana Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Kedê (EMEP).

Biryar e 12ê Adarê jî biçin serdana Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bikin.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê dest bi gereke din a serdana partiyên siyasî dikin.

Ew dê li ser banga Abdullah Ocalan û pêvajoya nû gotûbêjan dikin.

Di vê çarçoveyê de biryar e Bakirhan û Hatîmogullari 10ê Adarê saet 10:00an li Parlamentoyê dê biçin serdana Partiya Kedê (EMEP).

Piştre jî heman rojê saet 13:00an dê biçin serdana CHPyê û bi Ozgur Ozel re bicivin.

DEM Partî 12ê Adarê saet 11:00an jî dê biçe serdana Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP).

Hevserokên DEM Partiyê di piştre jî biçin serdana partiyên din ên siyasî.

Dîroka wan serdanan jî dê di rojên pêş de were eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst