ROJEVA TIRKIYE – Erdogan: Piştî Cindirês dor tê navenda Efrînê

07-03-2018
Rûdaw
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nîşan Rojev Tirkiye Efrîn AK Partî Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Ligel ku operasyona Efrînê yekemîn mijara medya ya Tirkiye ye, îro çend mijarê cihê jî ji aliyê rojnameyan ve weke manşet hatine bikaranîn. Her ku operasyona Efrînê dirêjtir dibe, hin mijarên navxweyî yên lezgîn û girîng jî careke din li manşetan vedigerin û dibin rojev.

 

Li aliyê din, yek mijarên ku ewê bi dêrajahiya salekê di laperên yekem ên rojnameyan de cîh bigire, ango tifaq û amadekariyên hilbijartinan jî êdî dibe duyemîn rojeva mayînda ya medya ya vî welatî.


Piraniya rojnameyên îro, dîsa ji çend aliyan ve operasyona Efrînê di manşetên xwe de dinirxînin. Dane û agahiyên roja 46emîn têne belavkirin û amadekariyên roja 47 an jî pê re.


Li gorî Arteşa Tirk hejmara endamên HSDê ên ku heta niha hatine kuştin gihîştiye 2878 kesî. 


Herwiha li gor daxuyaniyên Arteşa Tirkiye di roja 46an de 6 gund hatine kontrolkirin û hejmara gund, navçe û dorberên ku heta niha hatine kontrolkirin jî ji 150î derbas bûye.


Serokomarê Tirikye Recep Tayyip Erdogan jî ragihand ku heta niha 700 kîlometre çargoşe ji axa Sûriye hatiye kontrolkirin. Erdogan da zanîn ku heta niha 41 leşkerên wan û 159 Endamên Arteşa Azad jî hatine kuştin.


Li aliyê din Arteşa Tirk û Arteşa Azad di 47emin roja êrîşa Efrînê de gihîştine keviya Cindirêsê. Bajaroka ku demeke dirêj e ji dûr ve tê topbarankirin û balefirên şer jî nava wê bordûman dikin, di xeleka teng a operasyonê de ye. Li gorî agahiyan, xelkê Cindirêsê berv bi Efrînê ve hatiye veguhestin û nava wê hatiye valakirin.


Erdogan: Sefer ji me serkeftin ji we


Di vê navê de Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan jî piştî hefteyekê cara ewil axivî. Erdogan hefteya çûyî li geşta Efrîkayê bû. Piştî ku vegerî jî di komcivîna heftane ya partiya xwe de li parlemenê gotarek pêşkêş kir. Erdogan jî teqez kir ku hedefa niha ya nêz Cindirês e û pişt re jî ew berê xwe didin navenda Efrînê. Erdogan di gotara xwe careke din DYA rexne kir û Neteweyên Yekbûyî jî ji bîr nekir. Erdogan bang li arteşa xwe jî kir û got, ‘Sefer ji me serkeftin ji we’. Herwiha Erdogan gotina xwe ya ku ewê piştî Efrînê berê xwe bidin tevahiya Rojavayê Kurdistanê jî dubara kir.


Erdogan bi Pûtîn re axivî. Di navbera herdû serokdewletan de mijar Efrîn, geşedanên li Sûrî û biryara Neteweyên Yekbûyî bû.

 

Bahçelî: Heta ku Sûriye gihîşt aramiyê, emanetê berê wê di destê me de be


Li aliyê din Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî di gotara xwe ya dawîn de niyeteke Tirkiye eşkere kir. Bahçelî got heke rejîm tişta pêwîst neke, dê cihûwarên ku di berê de jî mal û milkê wan bûne, ewê heta ku ew welat bi temamî gihîştiye aramiyê di destê wan de bimîne.


“Tapûya Efrînê li ser Tirkan e”


Di vê navberê de grûbeke medyayî ya ser bi hikumetê ve îdia dike ku tapûya Efrînê li ser Tirkan hatiye tespîtkirin û ew der mal û milkê tirkanbûye ji dema Osmaniyan de. Herwiha kesek jî li ser ekrana tê nîşandan ku ew xwediyê Efrînê ye û tapû li ser wî ye. Hin nivîskar û akademisyen jî teza xwe ya li ser heman îdiayê berz dikin.


Manşetên têkildarî vê mijarê


Hurriyet: Ji bo Cindirêsê amade ne


“Bajaroka Şêra, di çorçoveya Operasyona Çiqilê Zeytûnê de hate kontrolkirin ku ew li bakûrê rojavayê Efrînê dikeve. Bi vî awayî ew derfet kete destê mehmetcik da ku dakeva deşta berv bi Efrînê ve.”

 

Sabah: Dor hat terorîstên navenda Efrînê


“Serokomar Erdogan: Cindirês di demeke nêz de tê paqijkirin. Dor tê dorpêçkirina navenda Efrînê û pelçiqandina serê terorîstên li wê derê.”


Mîllîyet: Generalê Terorîst


“Abdî Şahîn, terorîstê PKK/PYDyî ku Pentagon wî weke general pênase dike, berpirsê gelek êrîşên xwinî ne ku li nava Tirkiye hatine kirin. “

 

Yenî Şafak: Tezgeha nû yaDYAyê ya DAIŞê


“Emerîka ya ku hesabên wan bi saya operasyona Efrînê têk çûn, kertika xwe ya DAIŞê careke din danî ser maseyê. Piştî ku Pentagonê îdia kir ku bi destpêkirina operasyona Efrînê re têkoşîna bi DAIŞê re giran bûye, wê rêxistinê li Kerkûkê dest bi êrîşan kir. Li Samsûn û Enqereyê jî derket holê. Senoryo ya DYA yê tê meraqkirin ku wan Balyozxane jî girtibûn.”

 

Star: Rêwitiya berv bi vîjdanan ve


“Li Sûriye bi hezaran jinên bêguneh di girtîgehan de têne înfazkirin, bi awayek sîstematîk rastî tecawûz û êşkenceyê tên. Mafparêzên ji 55 welatan ku dixwezin balê bikêşin wê dramê, bi ‘Karvanê Vîjadanê yê Navdewletî’ berv bi sînorê Sûriyeyê ve birêketin.”

 

Karar: Gava yekem ji bo vegerê


“Tirkiye gava yekemîn diavêje daku ew penaberên ku 7 sal in ji ber şerê li welatê wan xwe spartine Tirkiye vegerin malên xwe. Heyvasor û AFAD li Îdlibê ku di çarçoveya mertala Feratê de hatiye kontrolkirin, dest bi çêkirina 9 kampan dike ku ewê 170 hezar kesî bihewînin.”

 

Yenî Bîrlîk: Ka lê em mutefîkbûn?


“Serokomarê ku rexneyên xwe yên li DYAyê dubarekir wiha got: Hemû lûle û tahkîmat û amadekariya ku em li Efrînê kontrol dikin, ji bo welatê me ne. Ka lê hun dost bûn? Ma hun wiha dost in? Ka lê em mutefîkbûn û li NATOyê em bi hev re bûn. “

 

 

Takvîm: Sefer ji me zafer ji we


Serokomar Erdogan got ku wê operasyona Efrînê ji vir pê ve bilestir berdewam bike û DYA û NY bi tundî rexne kir.

 

Ortadogû: Divê tevahiya wan li qiraxên Feratê bêne binaxkirin


Serokê MHPê got, “Edî ji wê pê ve tu tercîhek nîn e ku em hemû xayînên li Efrîn, Minbîç û devrûberên din di erdêrekin.”

 

Mîlat: Biryara we di erdêre be


“Erdogan diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî dikare tenê li hemberî qetliyama li Xutaya Rojhilat biryaran bigire û wiha pê de çû: Di erdê re be biryara we. Hûn mirovahiyê dixapînin. Em belasebe nabêjin cîhan ji 5an mezintir e.”

 

O. Demokrasî: Em dê biçin Efrînê


“Bloka AKP û MHPê ya ku bi hêrs gund û navçeyan dagir dike, di dawiyê de sebir jî anîn dawiyê. Hêzên şoreşger ên li rojhilatê Feratê biryar dan ku beşdarî parastina Efrînê bibin.”

 

Aydinlik: Ji Bahçelî provokasyona Sûriye


“Serokê MHPê rejîma Esed û yekperçeyiya axa Sûrî kir hedefa xwe. Bahçelî ku Esed weke hevkarê terorê bin av dike, daxwaza dagirkirina mayînde ya axa Sûriye dike.”

 

Hewlên Tifaqan Berdewam in


Tevî ku êrîşa Efrînê sereketirîn mijar e li ser medyaya Tirkiye, hilbijartinên 2019an û tifaqên partiyan jî hêdî hêdi dibe duyemîn mijara mayînde. Hevdîtinên partiyên opozisyonê berdewam dikin û li aliyê din partiya Saadetê pêşniyara beşdarbûna tifaqa AKP-MHPê red kir. Erdogan Saadet rexne kir û Serokê Saadetê jî mafdariya xwe anî ziman.

 

Manşetên Têkildarî vê Mijarê

Yeniçag: Saadet teslîmî tifaqê nebû

“AKP ya ku bi MHPê re koalîsyon pêk anî, hewl da ku bingeha xwe ya berê Saadetê jî beşdarî tifaqa xwe bike lê nikarî. Piştî ku nikarî jî ji wan re got oxir be û gotûbêj bi dawî anîn.”

 

Li Tirkiye berdan zêda dibin


Li gorî rojnameyek Tirkiye li Tirkiye bingeha malbatîbûnê jinav diçe. Herwiha berdana jin û mêran jî zêde bûye.


Yenî Asya: Bingeha civakê diderize


“Di ware malbatbûnê de zengila elarmê lê dide. Hevberdan di nava deh salan de ji sedî 29 zêde bûye.”

 

Evrensel: Bekarî, Şîddet, Cûdakarî


“Tirikye ya ku di warê wekheviya zayendî de di rêza dawîn de cîh digire 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar wiha pêşwazî dike. Li her qada jiyanê bêkarî, cûdakarî, şîdet, îstismara zayendî û nebûna wekheviyê.”

 

Mijara FETOyê


Li gori rojnameyek Tirkiye FETO ji bo sûîkastan careke din aktîf dibe


Akşam: Ji bo hucreyên nû talîmata sûîkastan


“Xebatên birêxistinbûna nû ya ku bi fermana serkirdeyê wan ê li Pensîlvanyayê destpêkirine, bi saya talîmata şîfrekirî ya sûîkastan hate deşîfrekirin.”

 

Krîza Tirkiye-Yûnanistanê


Di demên dawîn de eşkere dibe ku krîzek di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de berdewam dike. Dema ku Erdogan seredana Atînayê kiribû ew krîz di asta herî bilind de hatibû dîtin. Rikeberiya li Egeyê û lêgerîna gaza sirûştî li Behra Spî dike ku ew rikeberi berz bibe. Herwiha 8 leşkerên ku bi tometa derbeyê xwe spartine Atînayê nayên radestkirin. Herî dawîn jî du leşkerên Yûnanî li ser sînor hatin girtin. Krîz kûrtir dibe.


Guneş: Ha Efrîn ha Atina


AAAtîna ya ku terorîstên dest bi xwîn lê kom dibin jî eynî weke Efrînê bi gava xwe ya dawîn ji hedê xwe derket. Hikumeta Yewnanê daxwaza veguhestina teroristên ku amadekariya sûîkastê bo Erdogan dikirin ret kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst