Erdogan gef li Kobanî xwarin: Êdî nema

06-12-2022
RÛDAW
Erdogan gef li Kobanî xwarin:
Erdogan gef li Kobanî xwarin:
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan careke din gef li Kobanî xwarin û got ku ew her tedbîrekê li ser wî bajarê Rojavayê Kurdistanê werdigirin.

Gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Bi taybetî li ser n bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku, di sala 2014an de bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞê li ser asta cîhanê dengveda bû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Sêşemê 6ê Kanûna 2022yan di gotareke xwe de  careke din gef li Kobanî xwarin û got ku ew her tedbîrekê li ser wî bajarê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên li Sûriyê werdigirin.

Erdogan li ser daxuyaniyên derbarê operasyona Artêşa Tirkiyê ya bo  ser Rojavayê Kurdistanê jî, bêyî ku nav bîne, HDPê û parlamenterên wê kirin armanc.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: “Niha hinek derketine û dibêjin, hûn nikarin wiha li Kobanî bikin û nizanim çi. Kobanî xilas bûye. Em çi nakin. Li Idlib,  li Kobanî û li van hemû cihan çi tedbîrek pêwîstî  hebe em herdemekê werdigirin, me wergirtine û em dê ji niha û şûnde jî werbigirin. Ji dostên xwe yên terorîst re bibêjin, Tirkiye êdî bo wan ne cihekî bi bereket e. Dema hewl dan bikevin vê derê dê bixeniqin.”

Erdogan herwiha got: “Em dê dostên xwe zêde bikin, dijminên me dê hedê xwe bizanibin. Dema me tehdîd bikin, em xwedî wê qabiliyetê ne ku serkeftinên kesê nedîtî bi dest bixi.”

Ev gotinên Erdogan di demekê de ne, ku Wekîlê Serokê Fraksiyona HDP Saruhan Oluç, di parlamentoya Tirkiyê de helwesta hikumeta wî welatî ya li ser  Rojavayê Kurdistanê weke dijmindariya Kurdan bi nav kir û ji alîkarên Erdogan re got hûn hewl didin bajarê Kurdan Kobanî ji holê rakin.

Saruhan Oluç gotibû: “Binêrin birêz Oktay li ku derê Kurdek hebe hûn dijmintiya wan dikin. Li Kurdistana Iraqê jî wiha ye, li Bakur Rojavayê Sûriyê û li Kurdistana Sûriyê jî wiha ye. Bajarê Kobanî dil û rihê  gelê Kurd e. Hûn planên wê yekê dikin ku bajarê Kobanî ji hole rakin."

Ev ne yekem gefa  Serokkomarê Tirkiyê ye li dijî  Kobanî. Dema sala 2014an ev bajarê Rojavayê Kurdistanê di bin dorpêçeke giran a DAIŞê de bû û şervanan li berxwe didan, di cotmeha wê salê de jî Erdogan gotibû Kobanî ket û dikeve. Li ser van gotinên Erdogan, Kurdan bi pêşengiya HDPê li tevahiya  Bakurê Kurdistanê dest bi xwepêşandanan kirin,  niha jî hevserokê berê yê wê partiyê Selahattîn Demîrtaş  û piraniya parlamenterên HDPê  ji ber Doza Kobanî tên darizandin û beşek ji wan girtî ne.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst