ROJEVA TIRKIYÊ – Erdogan: Kurd li Kerkûkê dagirker in

06-10-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Stenbol
Stenbol
Nîşan Rojeva Tirkiyê Medya Erdogan Serxwebûn Kurdistan Îran
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiye him di warê mijarên ku Başûrê Kurdistanê eleqeder dikin û him jî di warê mijarên navxweyî de rojeve germ û gur berdewam e. Medya Tirkiyê îro jî giringî daye mijara referandûma Başûrê Kurdistanê.

 

Mijara sereke ya rojname û medyaya Tirkiyê seredana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a ji bo Tehranê ye.  Beşeke mezin ji rojname û medyaya Tirkiye giringiyê dide peyamên di dema vê serdanê de.

 

Erdogan li gel Serokomarê Îranê Hesen Rohanî û li gel Rêberê Olî Xamaney hevdîtin pêk anî û gelek peyman di nava herdu aliyan de hatin îmzekirin.

 

Peyameke cuda li ser Kerkûkê

 

Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan vegeriya Enqerê, di firokeyê de ji hinek rojnamevanan re gotarek pêşkêş kir û gef li Başûrê Kurdistanê û proseya serxwebûnê xwar. Ev gotara Erdogan di gelek rojnameyan de ji manşetê hate parvekirin.

 

Erdogan ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got; “Hişên xwe bîne serê xwe û li cihê xwe rûne.”

 

Herwiha Erdogan cara yekê tiştekî balkêş bo Kerkûkê jî bilêvkir. Bi gotina Erdogan Kurd li Kerkukê dagirker in û ti mafekî wan ê hiquqî nîn e.

 

Herwiha Erdogan da zanîn ku di navbera Tehran-Enqere-Bexdayê de jî hemahengiyek nû heye û wê sînor bi temamî bêne girtin. Erdogan dibêje wê sînor ji balefirên şer re jî bên e girtin.

 

Îstîfaya şaredarên Ak Partiyê

 

Di rojeva Tirkiye de mijareke din ya sereke jî daxwaza Serokomarê Tirkiyê Erdogan ya ji bo îstifakirana 5 şaredaran e.

 

Wek tê zanîn li ser vê daxwazê Şaredarê Stenbolê beriya hefteyekî îstifa kir. Herwiha herî zêde jî Şaredarê Enqere Melîh Gokçek dihate meraqkirin.

 

Gokçek û Erdogan duh li Koşka Serokomariye civiyan û piştî civînê Gokçek diyar kir, ku wî di derheqê projeyên ku li Enqere berdewam in de agahî dane Erdoğan.

 

Lê li gorî beşek ji medya û pisporan di nava AKPê de gengeşe û kêşeyek heye û di rojên pêş de jî ew dê bêhtir wê partiyê bilerizîne.

 

Koça dawî ya Talebanî

 

Li aliyê din, ji bo wefata Mam Celal Talabanî jî li Stenbolê bi beşdariyek qerebelix dê şîn û bîranînek bi rêve biçe.

 

Tê payîn Lahûr Şêx Cengî beşdarî vê merasîmê bibe.

 

7 kesên li Mûglayê hatibûne girtin

 

Mijareke ku medya eleqe pê daye jî pêvçûna li Mûglayê ye.

 

Beriya çend rojan 7 kes bi hinceta ku endamên PKKê ne hatibûn desteserkirin. Ew rût û tazî hatibûn girtin û piştî wê li Koycegîza Mûglayê ku cihekî geştiyariyê ye pevçûnek derket û li gorî agahiyan 5 gerilayên PKK jiyana xwe jidest dane.

 

Medya Tirkiye dide zanîn ku ew ji Lazkiye bi rêya behra spî hatine wê herêmê. Tirkiye hewl dide ku ji bo ku karibe piştgiriya DYAyê ya li gel YPG qut bike vê meseleyê jî mezin bike û li qada navdewletî bikarbîne.

 

Cezakirina akademîsyenan

 

Li liyê din akademisyenên azadîxwaz jî tene cezakirin.

 

Di qanûna 2016an de 1150 akademisyenên ji zankoyên Tirkiye bi belavokekê daxwaza aştiyê kiribin û ew yek bibû armanca bertegên erdogan û serkirdeyên hikumetê.

 

Di derheqê wan de jî doz hate vekirin û ji bo wan 7,5 cezayê zindanê tê xwestin. Gelekê wan ji kar hatibûn avêtin.

 

Yasaya li ser tûtina Semsûrê

 

Li aliyê din li Semsûr û Stenbolê ji bo amadekariya qedexekirina titûna Semsûrê çalakî bi rêve diçin.

 

Li parlemena Tirkiye yasayak tê maadekirin ku rêgirî li titûnê bibe. Bi vê hincetê hefteyeke li Semsûrê çalakî bi rêve diçin.

 

Herwiha bi heman hincetê li Stenbolê jî bi beşdariya titûnfiroşên li herêma Marmarayê çalakiyeke girseyî saz dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst