Ayhan Bilgen logoya partiya xwe diguhere

06-04-2022
RÛDAW
Nîşan Ayhan Bilgen Partiya Dengê Tirkiyê (SES)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê berê yê Qersê û rayedarê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen ku demek e ji wê partiyê cuda bûye û partiyeke nû ava kiriye, piştî nîqaşa li ser logoya partiyê û nerazîbûna Partiya Çep a Demokratîk (DSP), diyar kir ku dê logoya partiya xwe biguhere.

Ayhan Bilgen di 31 Adarê de ji bo avakirina Partiya Dengê Tirkiyê (SES) bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabû lê di navbera wî û Partiya Çep a Demokratîk (DSP) de li ser bikaranîna remza kevokê di logoya partiyê de nîqaşek çê bûbû

Piştî belavbûna wêneyê logoya Partiya Dengê Tirkiyê (SES), Partiya Çep a Demokratîk DSPê nerazîbûn nîşan da û ragihand, Bilgen nîşana partiya wan di logoya partiya xwe de bikar aniye.

DSPê herwiha hişyarî da ku dê mijarê bibin dadgehê lê Ayhan Bilgen ji bo çareseriyê banga axavtinê kiribû.

Hate ragihandin ku, dê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) li ser guhertina logoya xwe di nava mehekê de civîneke berfireh li dar bixe û biryarê di derbarê logoya xwe ya nû de bide.

Ayhan Bilgen di Hilbijartina Herêmî ya 2019an de li ser lîsteya HDPê wek Şaredarê Qersê hatibû hilbijartin. Di 2ê Cotmeha 2020an de Bilgen hatibû girtin û hikûmetê li cihê wî qeyûm danî ser şaredariya Qersê.

Bilgen di Tebaxa 2015an de wek yekemîn Berdevkê HDPê hatibû destnîşankirin.

Di hilbijartinên giştî yên 7ê Hezîrana 2015an de û di hilbijartinên pêşwext ên 1ê Mijdara 2015an de jî Bilgen wek parlamenterê HDPê yê Qersê hatibû hilbijartin.

Ayhan Bilgen di 14ê Kanûna 2021an de ji HDPê veqetiyabû û Tevgera Dengê Bêdengan damezrandibû. Bilgen paşê di 31ê Adara îsal de bi 31 endaman, Partiya Dengê Tirkiyê (SES) ava kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst