Parlementerê HDPê: Li gor rewşê em dikarin piştevaniya Kiliçdaroglu bikin

05-03-2023
RÛDAW
Parlementerê HDPê: Li gor rewşê em dikarin piştevaniya Kiliçdaroglu bikin
Parlementerê HDPê: Li gor rewşê em dikarin piştevaniya Kiliçdaroglu bikin
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP Sezaî Temellî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî amaje bi wê yekê kir ku HDP wê beşdarî maseya şeşan nebe, lê ji bo diyarkirina namzetê serokomariyê yê hevpar ji tifaqê re vekirî ne û got: “Li gor rewşê em dikarin piştevaniya Kiliçdaroglu bikin.”

Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî beşdarî bultena Rûdawê TV bû  geşedanên dawî nirxand.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener roja 3ê Adara 2023an  ragihand ku bi hinceta nelihevkirina li ser berbijêrê serokkomariyê ew ji maseya şeş partî vediqetin û ji bo berbijêrbûnê bang li serokên şaredariyê yên Stenbolê û Enqerê yên CHPyî kir. Ev jî bû sedema karvedanên nû.

Temellî diyar kir ku piştî vekişîna Meral Akşener a ji Tifaqa Millet, Desteya Navendî ya Rêveberiya partiyan wan civiya û got derbarê hilbijartinên parlementoyê û serokomariyê de di beyanameya berî niha de wan çi gotibin ew niha jî ligel wê yekê ne.

Temellî got: “Xeta me ya siyasetê cuda ye, beşdarbûna Hevpeymaniya Millet yan jî maseya şeş partiyan ne pêkane. Lê di pêvajoya hilbijartina Serokkomariyê de bo li hevkirina di berbijêrek hevbeş de ya bikevê ser milê me em dê bikin.”

Parlamenterê HDPê amaje bi wê yekê kir ku eger Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bibe berbijêr ew li gor rewşê em dikarin piştevaniya wî bikin û got: “Ya me hevpeymaneke me heye, hevpeymaniyên me yên cuda hene. Lê ji bo berbijêrê Serokkomar eger hewildana berbijêrek hevbeş hebe em dikarin bibin yek. Di hilbijartinên parlamentoyê de em dê bi hevpeymaniya xwe beşdar bibin, Hevpeymaniya Millet jî dê heman tiştî bike. Lê di hilbijartinên Serokkomariyê de me duh jî gotibû bo berbijêrê hevbeş sekneke me ya erênî heye û bendewariyên me yên erênî jî berdewam dikin. Ez hêvîdarim em di berbijêreke hevbeş de li hev bikin. Li dijî vê deshilata faşîst em bi awayeke bihêz biçin hilbijartinê.”

Temellî di heman demê de destnîşan kir ku yek ji sedemên sereke yên derketina Meral Akşener a ji nav Tifaqa Millet jî "pirsa Kurd" e û got: “We îro di maça Bursayê de dît. Nijadperestî, faşîzm, di rastiya xwe de li ser pirsa Kurd, li ser dijminatiya Kurdan xwe mezin dike. Em hewl didin vê yekê bi dawî bikin. Hikûmeteke ku nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike, bi rastî nikare pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike. Di serdema desthilatdariya AKPê de ev yek pir zelal hate dîtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst