Kurdên Stenbolê deng didin kîjan berbijêrî?

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Kurdên Stenbolê Rawest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Rawestê, bi rêjeya ji sedî 44,4ê Kurdên li Stenbolê herî zêde deng didin HEDEPê.

Herwiha ji sedî 26ê wan deng didin AK Partiyê û ji sedî 19 jî deng didin CHPyê.

Kompanyaya Lêkolînan a Rawestê encamên rapirsiya ku di navbera 10-18ê Çiriya Pêşînê de li 39 navçeyên Stenbolê bi hezar welatiyên Kurd re rûbirû kiribû parve kir.

Li gorî rapirsiyê Kurdên Stenbolê herî zêde bi rêjeya ji sedî 44,4 deng didin HEDEPê.

AK Partî bi rêjeya ji sedî 26 di rêza duyem de û CHP jî bi rêyeja ji sedî 19 di rêza sêyem de cih digirin.

Di rapirsiyê de derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de pirs hatiye kirin.

Li gor encaman ji sedî 54ê Kurdan dibêjin bila Ekrem Îmamoglu careke din bibe berbijêrê CHPyê û ji sedî 33 jî dibêjin bila nebe berbijêr.

Ji sedî 52,7ê wan gotine dê Îmamoglu careke din bibe şaredar û ji sedî 34,7an jî gotine nikare bi ser keve.

Li aliyê din ji sedî 54,5an gotine eger “Îmamoglu berbijêrê hevbeş ê CHP û ÎYÎ Partiyê be û HEDEP piştgiriyê neke nikare bi serkeve

Herwiha ji sedî 19,1ê gotine dê “Îmamoglu bi her awayî bi serkeve.”

Ji sedî 33,4ê beşdaran gotine eger “Îmamoglu bibe berbijêrê CHPyê em dê tekez dengê xwe bidin Îmamoglu.”

Ji sedî 31,4an jî gotine “em bi ti awayî deng nadin Îmamoglu.”

Ji sedî 24,6an jî gotine “em dê li gor biryara partiya xwe tev bigerin” û ji sedî 10 jî bê biryar bûne.

Li gorî rapirsiyê eger HEDEP berbijêrê xwe nîşan bide, dê piraniya Kurdên Stenbolê deng didin berbijêrê HEDEPê.

Di rapirsiyê de ji dengdêrên HEDEPê pirsa “Eger Îmamoglu berbijêrê CHPê be û HEDEP jî berbijêrê xwe nîşan bide hûn dê çi bikin?” hatiye pirsîn.

Ji sedî 70ê Kurdan gotine “em dê deng bidin berbijêrên HEDEPê.

Ji sedî 19,1ê dengdêrên HEDEPê jî gotine “em dê bi her awayî deng bidin Îmamoglu.”

Ji sedî 7,6an gotine “em dê li gor berbijêrê HEDEPê biryara xwe bidin” û ji sedî 3,3an jî gotine “me biryar nedaye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst