Berbijêrê Partiya Çepên Kesk Muslum Koyun hat girtin

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan YSP Muslum Koyun Eskîşehir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Çepên Kesk  (YSP) ê Eskîşehirê Muslum Koyun bi hincete “emdambûna rêxistina terorê” hat girtin.

Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, di 30'yê Nîsanê de li Eskîşehîr, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Îsparta, Hatay, Qeyserî û Çanakkaleyê 30 Nîsanê di operasyona hemwext a li dijî Partiya Komînîst Lenînîst Marksîst (MLKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de 23 kes hatibûn desteserkirin.

Ji wan kesên hatine desteserkirin, Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Eskişehîrê Muslum Koyun û 3 kesên din bi hincete “emdambûna rêxistina terorê” hat girtin.

Herwiha li 7 kesan jî cezayê hepsa malê hat birîn. 

Hat zanîn ku Deniz Konak, Sadrettîn Polat, Bedran Çogaltay û Alperen Aktaş jî bi merca kontrolkirina edlî hatin berdan û derbarê 13 kesan de jî lêpirsîn berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst