Doza Kobaniyê di roja çaran de berdewam dike

04-04-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî HDP Enqere Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rûniştina 11mîn a doza bûyerên Kobaniyê îro di roja çaran de li Dadgeha Sîncan a Enqerê birêve diçe. Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş jî rexne li birêveçûna dadgeha Doza Kobanî digre û dibêje, “Dixwazin bi destê çeteyan HDPê tasfiye bikin.”

Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 endam û wezîfedarên HDPê ku 22 ji wan niha girtî ne, di çarçoveya Doza Kobanî de tên darizandin, Di roja çaran a rûniştina 11mîn de piştî ku Serokê Desteya Dadweriyê Bextiyar Çolak ji ber endamtiya rêxistineke neqanûnî hate desteserkirin gengeşeya gumana li ser dozê geş bû.

Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş rexne li birêveçûna dadgeha Doza Kobanî digre û dibêje, berdewamiya wê dozê ji bo tasfiyekirina HDPê ye.

Meral Daniş Beştaş doh li ser Doza Kobaniyê di parlementoya Tirkiyê de li dijî berdewamkirina dozê derket û got, “Çi dema ku em pêşniyarekê tînin her carê heman tiştî ji me re dibêjin, ji ber ku li holê dozeke ku bikaribin parastina wê bikin nîne. Bi erkdarkirina Bextiyar Çolak ê endamê çeteya Atadedeler dixwazin HDPê tasfiye bikin.”

Meral Daniş Beştaş ji hesabê xwe yê Twitterê jî parvekirinek kir û diyar kir ku “doz bi guman e, ev eşkere ye. Diyar e ku guman li ser desteya dadgehê heye, nabe ku darizandin berdewam bike.”

Serokê berê yê Desteya Dadweriyê ya dadgeha doza Kobaniyê Bextiyar Çolak di çarçoveya operasyona 23ê Adara 2022an a hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de ya li dijî rêxistina neqanûnî ya bi navê `Atadedeler` ku weke “baskê kar ê dewleta kûr a Tirkiyê” hat binavkirin de, li Enqerê hatibû girtin.

Ji parêzerên doza bûyera Kobaniyê Veysel Eskî di roja yekem a rûniştina 11mîn de dabû xuyakirin ku rewş nîşan dide ku dadgerî li Tirkiyê di çi rewşekê de ye.

Bûyerên Kobaniyê ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, weke hinceta sereke ji bo girtina HDPê tê nîşandan.

Bûyerên Kobaniyê

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst