Amerîka: Divê Deriyê Bab El-Hewa vekirî bimîne

03-06-2022
RÛDAW
Amerîka: Divê Deriyê Bab El-Hewa vekirî bimîne
Amerîka: Divê Deriyê Bab El-Hewa vekirî bimîne
Nîşan Bab El-Hewa Linda Thomas-Greenfield
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield serdana deriyê sînorî Bab El Hewa yê navbera Tirkiye û Sûriyê kir û got “Divê Deriyê Bab El-Hewa vekirî bimîne.”

Deriyê Bab El-Hewa take deriyê vekirî ye bo gihandine alîkariyên mirovî ji Tirkiyê bo nav Sûriyê. Ji aliyê sînorê Sûriyê ve Serdana navendeke gihandina alîkariyên mirovî dike.

Serdana Greenfield bi mebesta ku deriyê sinorî vekirî bimîne, heta 10ê Temûzê dema vekirina wî diqede.

Hişiyarî tên dayîn ku Rûsya projeyasaya Neteweyên Yekbûyî veto bike û rêgiriyê li dirêjkirina vekirina derî bike.

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield dibêje "Em hêvîdar in ku Rûsya piştgîriya vê pirojeyaseyê bike, sala borî piştgîrî da bû, ew girîngiya vê bernameya ku xwarinê ji bi milyonan kesan re peyda dike fam dikin, û em hêvîdar in ku hikûmeta Sûriyê li kêleka me guşarê li Rûsyayê bike.”

Cêgirê Kordînatorê Herêmî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî hişyariya girtina derî dide.

Cîgirê Koordînatorê Herêmî ji bo Karûbarên Mirovî Mark Cutts got "Bi nerîna min eger hat û pirojeyasa nehat nûkirin, wê karesat çêbibe. Bi mîlyonan kes pişt bi wan  alîkariyên ku ji Tirkiyeyê ve tên girêdidin. Meha borî me zêdetirî 1000 barhilgirên alîkariyan gihandine.

Li navçeya Rîhanlî ya Hataya Tirkiyê Greenfield serdana navendeke lojîstîkî ya Neteweyên Yekbûyî kir û bi Kumspiyan re civiya.

Endamê Kumsipiyan Ammar El Selmo diyar kir "Niha Rûsya alîkariyên mirovî ji bo danûstandinên bi Ukraynayê re wek kartê bikar tîne. Ev rastiye. Têkiliya wê bi şerê li Ukraynayê re heye. Ev yek şerek e li dijî xelkekê ku daxwaza serxwebûnê dikin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di sala borî de nêzîkî 10 hezar barhilgirên alîkariyên mirovî ji wî derî derbasî parêzgeha Idlibê bûne, ku dibin destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ne.

Di vê navberê de Rûsya dibêje ew ti sedemekê nabîne ku deriyê Bab El-Hewa vekirî bimîne. Dibêje jî ewqasî grûpên çekdar ji wan alîkariyan sûd wergirtine û sivîlan wernegirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst