RSF: Tirkiye di rêza azadiya medyayê de 16 rêz paş de çûye

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan RSF Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF), Tirkiye li ser asta cîhanê di warê azadiya rojnamevanan de di nav 180 welatan de di rêza 165emîn de ye. Tirkiye sala 2022ê di rêza 149emîn de bû.

Îro “3ê Gulanê Roja Azadiya Medyayê ya Cîhanî” ye. Rêxistina RSFê ku navenda wê li Parisê ye, rapora xwe ya derbarê zexta li ser rojnamevanan de eşkere kir. Li gor raporê li Tirkiyê zexta li ser medyayê zêde bûye.

Tirkiye, ku sala 2022an li ser asta cîhanî di rêza 149emîn de bû, sala 2023ê bi taybetî ji ber girtina 25 rojnamevanan li Amed û Enqerê û gefên li ser sosyal medyayê 16 rêz paş de çûye û daketiye rêza 165emîn.

Di raporê de hatiye nivîsandin ku li Tirkiyê dijî medyayê zext zêde bûne û ji Hezîrana 2022an û vir de 3 rojnamevanên jin û xebatkareke medyayê ya jin hatine girtin. Di raporê de behsa rewşa Berpirsa Jin Newsê Safiye Alagaş hatiye kirin ku sala 2019an bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hatiye girtin û dijî wê doz hatiye vekirin û piştre hatiye berdan.

Herwiha li gor Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2023an 27 rojnamevan hatin girtin. TGSê ragihand ku zexta li ser medyayê zêde bûye û rojnamevan rûbirûyê êrîş û gefan dibin.

Li gor rapora TGSê, 96 rojnamevan rûbirûyê êrîşa fizîkî û 43 rojnamevan rûbirûyê gefa devkî bûne. Sala 2023an 80 rojnamevan hatine desteserkirin û 263 rojnamevan di 125 dozên cuda de hatine darizandin. Di 35 dozan de biryar hatiye dayîn û 90 doz berdewam in.

Li gor rapora TGSê qedexeyên li ser medyayê jî zêde bûne. 4 hezar û 148 nûçe û 46 malperên nûçeyan hatine astengkirin. 682 nûçe yan bi temamî yan jî beşeke wan hatiye rakirin. Saziya Radyo û Televîzyonê (RTUK) bi tevahî li saziyên medyayê re 13 milyon û 703 hezar û 913 lîre ceza biriye û 33 caran jî weşana saziyên medyayê rawestandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst