Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ragihand, ji bilî çend herêman, dê bi navê xwe û logoya xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan dibin.
Alîkarê Serok û Berpirsê Karên Hilbijartinê yê HUDA PARê Mahmut Şahin, biryara partiyê ya hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an eşkere kir.
Mahmut Şahin got, “Me wek HUDA PARê biryar da li çend herêmên hilbijartinê piştgiriyê bidin berbijêrên hevpeymaniyê (Hevpeymaniya Cumhur) û li cihên din jî bi logo û berbijêrên xwe beşdar bibin.”
HUDA PARê, dema serlêdana bernamzedên şaredariyan heta 20ê Kanûna Paşînê ya 2024an dirêj kir.
HUDA PAR di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de ji lîsteyên AK Partiyê beşdarî hilbijartinên giştî bû.
Li gel Serokê partiyê Zekeriya Yapicioglu 4 endamên partiyê wek parlamenter hatibûn hilbijartin.
Di hilbijartina serokkomariyê de jî piştgiriya Recep Tayyip Erdogan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse