Di koça bijîşkan de rekoreke nû: 288 karmendên tenduristiyê serlêdan kir

02-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koça Karmendên Tenduristiyê Yekîtiya Bijîşkên Tirk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê di meha tîrmehê de 288 bijîşk û karmendên tenduristiyê ji bo ku koçî derveyî welat bikin serî li belgeya rewşa baş daye.

Ev jî hejmara herî zêde ye ku heta niha di maweyê mehekê de hatiye tomarkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber mûçeyê kêm, tûndûtijî û karkirina demjimêrên zêde koça bijîşk û karmendên tenduristiyê ya ber bi welatên derve berdewam e.

“Serlêdan gihiştine asta herî bilind”

Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku tîrmeha îsal hejmara karmendên tenduristiyê yên ku ji bo koçî derveyî welat bikin serî li belgeya “rewşa baş” daye gihiştiye asta herî bilind.

Yekîtiya Bijîşkên Tirk ragihand, tenê di tîrmeha îsal de 288 karmendên tenduristiyê û bijîşkan serî li wê belgeyê daye daku koçî welatên derve bikin û li wan deran ji xwe re derfetên kar peyda bikin. 

Hezar û 649 kesan serî li belgeya "rewşa baş" daye

Bi vê yekê re jî hejmara karmendên ku ji bo wergirtina belgeya rewşa baş serlêdan kiriye di tîrmehê de li gorî mehên çûyî rekor tomar kiriye.

Di 7 mehên destpêkê yên îsal de jî hejmara karmendên tenduristiyê û bijîşkên ku serî li heman belgeyê daye hezar û 649 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst