TIRKIYE – Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê hat revandin û şkence lê hat kirin

02-04-2024
Nîşan Kurd Revandin Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê Elî Weliyê ku ji Girtîgeha Tîpa Lyê ya Erzinganê hat berdan, hatiye revandin û şkence lê hatiye kirin.

Kesên Welî revandiye dîmenên şkenceyê ji malbat wî re şandin.

Elî Welîyê 19 salî ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Elî Welî li Tirkiyeyê hatibû girtin û di Girtîgeha Tîpa Lyê a Erzinganê ya li Bakurê Kurdistanê de dima.

Elî Welî piştî ku 13ê Adarê ji girtîgehê hat berdan wenda bûye û malbata wî ti agahî jê wernegirtiye.

Berpirsên girtîgehê ji xizmên wî re gotibû ku dê wî bişînin navendeke vegerandinê da ku here Rojavayê Kurdistanê lê wan ne gotibû kîjan navend e.

Kesên Elî Welî revandiye bi reqemeke Tirkiyeyê telefonî malbata wî kir û dîmenên şkenceya ku lê hatiye kirin ji malbatê re şandin.

Malbata wî dengê hevdîtinê tomar kir û belav kir.

Elî Welî di telefonê de ji malbata xwe re dibêje, “Ez wiha texmîn dikim ku li Sûriyeyê me lê nizanim ev der kû der e.”

Kesên bi malbata Welî re bi Erebî û Tirkî axivîn ji malbatê dixwazin ku bavê Welî sîxuriyê ji wan re bike.

“Eger bavê wî ji me re sîxuriyê neke em dê Elî Welî bikujin“

Kesên Elî Welî revandiye ji dayika wî re dibêjin:

“Eger bavê wî ji me re sîxuriyê neke em dê Elî Welî bikujin.

Ez dê hemû malbata te bikujim. Divê di nava hefteyekê de hevjînê te telefonî vê hejmarê bike.

Hûn dê bibînin ku ez dê di nava hefteyekê de çi binîm serê kurê we.

Ez dizanim zarokên te di rêxistinê de çi dikin.

Van tiştan hemûyan ji hevjînê xwe re bibêje.”

Malbata Elî Welî gihiştiye Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê û daxwaza alîkariya hiqûqî kiriye.

Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê ji bo dîtina Elî Welî serî li saziyên pêwendîdar daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst