Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk ragihand ku li gor salên pêştir niha asta zimanê Kurdî gelek baş bûye û êdî xwendevanên Kurd berê xwe didin pirtûkên bi qalîte. Çevîk herwiha got ew dê îsal jî 5 hezar pirtûkên Kurdî ji bo xwendekarên dersa Kurdî hilbijartine diyar bikin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Xwedekar ji bo vê mafê xwe îsal bikar bînin pêwist e malbat heta 10 Sibatê serî li rêveberiyên dibistanan bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.
Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî û rêxistinên Kurdî jî piştevaniya xwe nîşan didin.
Rûdawê jî ev pêvajo kiriye rojevêke sereke ya xwe û di vê çaroveyê de Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk îro 2yê Sibata 2022yan li studioya Stenbolê mêvanê Rawîn Stêrk bû û behsa rewşa zimanê Kurdî û kampanya dersa bijarte kir.
Silêman Çevîk tekez kir ku asta zimanê Kurdî gelek baş bûye û derbarê vê yekê de wiha got: “Rewşa Kurdî li gor salên berê ji aliyê xwendin û nivîsandinê ve weke qalîte gelek baştir e. Niha gelek saz û komele hene dersa zimanê Kurdî didin. Komeleya Nûbiharê jî ku ji aliyê hevalên ve hatiya avakirin, li Êlih, Wan û Amedê kursên zaravayên zimanê Kurdî dide û heta niha çend caran kurs vekirine û belgename jî dane kesên beşdar bûne. Herwiha bi awayê online jî gelek kes ji welatên cuda beşdarî kursan dibin. Ji ber ku em ev 30-31 sal in karê weşangeriya Kurdî dikin, gelek kes tên cem û diçin û em behsa van mijaran jî dikin.
Di van Kursan de ne tenê fêrî axaftinê dibin, herwiha di heman demê de fêrî xwendin û nivisandina bi zimanê Kurdî jî dibin. Piştî darbeyê gelek komelê û dezgehên Kurdî jî hatin girtin, lê Kurdan ji xwe re li alternatifên nû geriyan û komele û dezgehên nû ava kirin û hem kadroyên berê li komele û dezgehên nû li ser karên xwe berdewam kirin û hem jî kesên nû gihan. Herwiha gelek kesên ji wan deran sertîfîka wergirtine, êdî ew jî dikarin weke mamoste dersan bidin. Dema mirov di nav kar de be, ev tişt li ber çavan xuya nake, lê pişt re dibîne ka çend berfireh û mezin bûye. Zarok dema li ber çavê mirov mezin dibin nizanin, lê dema piştî 4-5 salan temaşe dike, dibîne çiqas mezin bûye. Ev kar jî wisa ye.”
Derbarê qalîteya pirtûkên ji bo çapkirinê diçin li ber destên wan de jî Çevîk got: “Li gor berê qalîteya nivîsan ji sedî sed baştir bûne. Haya min ji salên 90î jî heye, wê demê çi pirtûka derdiket, xwendevanan digot ev pirtûkeke Kurdî ye û dikirrîn û dixwendin. Lê êdî Kurd her pirtûkê nakirrin, dibêjin ev pirtûk baş e, û ev pirtûk xirab e. Di vê xalê de mirov dikare bi rihetî bibêje ku asta zimanê Kurdî gihîşte ciheke gelek baş. Li zanîngeha gelek kesan beşa Kurdî xwendine, bûne mamoste û doktoraya xwe li ser zimanê Kurdî kirine, nivîsên van kesan di asteke gelek baş de ne. Dema tu nivîsên wan dixwînî tu dibînî ku hem ziman û hem jî naveroka wan gelek baş e û dibêje ev hêjayê çapkirinê ne.”
Têkildarî astengiyên li ber fêrbûna zimanê Kurdî jî Çevîk got: “Li vir du xal hene, divê yekem em ev yekê ji xwe bipirsin û xwe rexne bikin; çima em pê re eleqedar nabin. Di vê mijarê de Kurd di asta pêwîst de helwestê nîşan nadin. Mînak siyaseta Kurdan, saziyên perwerdeyê, nivîskar û rewşenbîr bi qasî têrê bike helwestekê nîşan nadin û nekarîne doza xelkekê ku dixwaze zimanê xwe fêr bibe pêş bixin. Di vê mijarê de mirov nikare bibêje rewşenbîrên Kurd û sendîkayên mamosteyan weke Egtim-Senê helwesteke baş nîşan daye. Duyem jî dewlet e, û siyaseta tê meşandin e. Her çend em bibêjin ev mijareke çandî ye, dewlet vê yekê dike pirseke siyasî. Dewlet naxwaze zimanê Kurdî bigihêje asteke baş û geş bibe û di nav xelkê de belav bibe û xelk fêr bibe, bi hezaran xwendekar weke dersa bijarte hilbijêre. Dewlet bes dixwaze weke maf hebe, lê naxwaze ev maf were bikaranîn û sûd jê were wergirtin. Lewma dewlet naxwaze tam pêşiya vê yekê veke, tenê dixwaze di bin kontrola wê de be.”
Silêman Çevîk bibîr xist ku weke Weşanxaneya Nûbiharê ji bo piştgiriya zarokên ku dersa Kurdî hildibijêrin, par 5 hezar pirtûkên zarokan bi awayekî bêpere belav kiribûn û got: “Par me derdora 17-18 pirtûkên zarokan çap kirin. Ji wan 6 Zazakî bûn û yên din Kurmancî bûn. Herwiha hêj gelek dosya di destê me de hene û em dê wan jî çap bikin. Sala borî me 5 hezar pirtûkên bi Kurdî diyariyê zarokan kirin û îsal jî em dê 5 hezar pirtûkên bi Kurdî bibexşînin. Eger pêwîstiya zarok an jî mamosteyan bi pirtûkên Kurdî hebe û daxwazê ji me bikin em dê bi awayekî pirtûkan bigihînin wan.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse