Li Tirkiyê ji sibê ve bihayê benzîn û mazotê tê zêdekirin

01-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê benzîn û mazotê careke din tê zêdekirin.  Li Tirkiye bi daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî di serî de sotemenî bihabûna nirxan berdewam e.

Li gor medyaya Tirkiyê, ji sibe 2ê Hezîranê ve lîtreya benzînê lîreyek û 22 quruş û lîtreyeke mazotê lîreyek û 49 quruş tê zêdekirin.

Bi vî awayî lîtreya benzînê li Stenbolê dibe 26 lîre û 23 quruş, li Enqerê 26 lîre û 34 quruş û li Îzmîrê jî dibe 26 lîre û 35 quruş. Lîtreya mazotê jî li Stenbolê dibe 25 lîre û 89 quruş, li Enqerê 26 lîre û li Îzmîrê dibe 26 lîre û quruşek.

Ev di demekê de ye daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî berdewam e û niha dolarekî Amerîkî bi 16.44 lîreyên Tirkî ye. Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de enerjî û sotemenî, rojane kelûpel û pêdiviyên sereke jî di nav bazaran de biha dibin û hêza kirînê ya welatiyan dikeve.

Lîtreyek benzîn berî salekê 7 lîre û 72 quruş bû, bi bihayên nû nirxê benzînê di nav salekê de %240 hatiye zêdekirin û ji 1ê Çileya 2022ê ve jî %113 hatiye zêdekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst